Li Arjantînê greva giştî: Bertekên li dijî bernameya ultra-lîberal a serokê nû zêde dibin

Navenda sereke ya sendîkaya Arjantînê li dijî biryar û pêşnûmeyên serokê nû Javier Milei banga protestoyê li ber parlamentoyê kir. Li dijî bernameya reforma ultra-lîberal a Milei li seranserê Arjantînê pêla grevan bilind dibe.

Li Arjantînê di sala 40’emîn a demokrasiyê de cara yekem e ku serokek mehek û nîv piştî bû desthilatdar bi greva giştî re rû bi rû dimîne. Sekreterê Giştî yê navenda sereke ya sendîkaya welêt CGT’ê Hector Daer ji bo protestokirina biryarnameyên yekem û pêşnûmeyên rêveberiya ultra-lîberal a serokê nû Javier Milei banga greva giştî kir.

Daer da zanîn ku di 24’ê Çileyê de pêşnûmeqanûnên “li dijî tevahiya civakê ne" û "hemû rayeyên giştî" ku tê îdiakirin ji bo serokê nû ye li Meclîsê bên lêkolînkirin, ew ê jî wê rojê li ber Parlamentoyê xwepêşandanê lidar bixin.

Daer bi taybetî bal kişand ser “Biryarnameya mecbûrî û lezgîn” ku rê li ber sererastkirina berfireh a aboriyê vedike û di 20’ê Kanûnê de ji hêla hikûmetê ve hat eşkerekirin, weke “derqanûnî û derveyî Destûra Bingehîne” tê pênasekirin.

Dear ev tişt anî ziman, “Ev biryar êrîşî mafên kesane yên karkeran, mafên kolektîf, pergalek lênihêrîna tenduristî ya gerdûnî û hevgirtî û pirsgirêkên bêhejmar ên ku welatê me pêk tînin dike," û got, "Di nava hefteyekê de Arjantînê wê veguherîne û me vedigerîne Arjantîna pastoralê.”

Milei xwe wekî "anarko-kapîtalîst" yê ultra lîberal bi nav dike, 10’ê Kanûnê roj ku hatiye desthilatê heta niha biyarnameyeke aboriyê ku tê de nêzî 300 rêgez weşand. Ev biryarname ji aliyê teknîkî ve ji roja Înê ve di meriyetê de ye lê bi erêkirina parlamentoyê ve girêdayî ye.

Milei pêngava "lîberal" berdewam dike, pêşnûmeqanûn û guhertinên berfireh bandorê li qada giştî û taybet dike, pêşkêşî Meclîsê kir. Ji rêziknameyên bacê bigire heya qanûnên hilbijartinê, hesabên teqawidiya roja xebatê, kontrolkirina xwepêşandanan û cezayan tê de hene.

Ev pakêta berfireh a reforman bi navê "qanûna omnibus" tê binavkirin û dê ji hêla parlamentoyê ve were nirxandin. Lê belê, ji bo lêkolînkirina nêzî 600 tiştan, dibe ku bi mehan an jî bi salan bidome.

Derbarê encamên nîqaşên pêvajoya parlamentoyê yên hin mijaran de nezelalî hene. Her çendî partiya Javier Milei, Libertad Avanza, hêza sêyemîn a parlamentoyê ye jî ew xwe dispêre piştgiriya bloka navend-rastgiran.

PROTTESTO Û SERLÊDAN

Li Buenos Aires di nava hefteyekê de sê xwenpêşandan hebûn. Li dijî biryara awarte ya 20'ê Kanûnê gelek serlêdanên qanûnî hatin kirin, hin ji wan ji hêla CGT’ê bixwe roja Çarşemê ve hatin kirin.

Tedbîrên teserûfê yên ku di rojên destpêkê yên rêveberiya Milei de hatin ragihandin jî ji xwe di meriyetê de ne û bi giranî bandorê li hêza kirînê ya gelê Arjantînê dike. Bi taybetî, daketina nirxê dirava neteweyî hişt ku Peso ji sedî 50 kêmtir bibe, bi kêmbûna veguhastinê û enerjiyê re wê di destpêka meha Çileyê de dibe sedema zêdebûna buhayan ku dê bandorê li jiyana rojane ya gelek Arjantîniyan bike.

Tê gotin ku armanca hikûmetê ew e ku bi awayekî cidî kêmbûna budceya kronîk a Arjantînê ya ku di enflasyona salane ya %160 de asê maye, kêm bike.