Li Siûdî Erebistanê di sala 2023’an de 170 kes hatin îdamkirin

Siûdî Erebistan di sala 2023’an de herî kêm 170 kes îdam kirin. Sala beriya wê 147 kes hatibûn îdamkirin.

Li Siûdî Erebistanê înfazên dawî, roja Yekşemê qewimîn. Li gorî ajansa SPA’yê, du li Tabûkê, yek li Riyadê û yên din jî li Cezaneyê bi giştî 4 Siûdiyên hikûmxwarî hatin îdamkirin.

Di tevahiya sala 2023’an de herî kêm 170 kes hatin îdamkirin. Hat ragihandin ku di nav van de 33 kesên “tevlî terorîzmê bûne” û du leşkerên ku ji ber “xiyaneta li welêt” hikûm xwarîn, hene.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Siûdî Erebistan bi Çîn û Îranê re, di nava sê welatên despêkê yên ku herî zêde îdam lê tên kirin de ye.