Li Xezeyê bi hezaran xwendekaran jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, di nava 88 rojan de zêdeyî 22 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan ku zêdeyî 4 hezar ji wan xwendekar in.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê yên li ser de 22 hezar û 185 kes mirine.

Wezaretê diyar kir ku 207 kesên ku di nava 24 saetên dawî de hatine kuştin jî tevlî vê hejmarê bûne û ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve 57 hezar û 35 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Wezareta Perwerdeyê ya Fîlîstînê di şerê li Xezeyê de 4 hezar û 156 xwendekar hatine kuştin. Wezaretê ragihand ku herî kêm 381 dibistan jî hatine bombebarankirin yan jî zirar dîtine.