Li Japonyayê agir bi pîsta balafira rêwiyan ket, 5 kes winda ne

Li Japonyayê roja Sêşemê balafirek a rêwiyan li balafirgeha Tokya-Hanedayê li balafirek din qelibî û agir bi pîsta balafirê ket. Li gorî televizyona dewletê ya Japonyayê, 379 kes ji balafirê hatine tehliye kirin û 5 kes jî winda ne.

Di dîmenên ku ji aliyê weşana giştî ya Japonya NHK’ê ve hat weşandin de, tê dîtin ku di 2’yê Çileyê roja Sêşemê de li balafirgeha Tokyo-Hanedayê agir bi pîsta balafireke rêwiyan a Japon Aîrlînesê dikeve.

Berdevkekî rêhewayê ji NHK'ê re axivî û diyar kir ku 367 rêwiyên balafirê û 12 personel hatine tehliyekirin. 

Li aliyê din di balafira Ewlekariya Peravê de ku tê îdîakirin balafira rêwiyan lê qelibiye 6 kes hebûn. Li gorî NHK'ê yek ji wan kesan hatî rizgarkirin, lê aqûbeta 5 kesên din nayê zanîn.  

Di dîmenên kurt ên li gorî dema herêmê saet di 17:47'an de hatin kişandin de tê dîtin ku balafir ji pîstê dadikeve û piştî teqînekê hêdî dibe û pêl bi pêl dihêle.

Li gorî Japonya Aîrlînesê, piştî balafir dadikeve balafirgeha Tokyo-Hanedayê li ‘balafireke ku xuya dike ya ewlekariya peravê ye’ diqelibe.

Rayedarekî ewlekariya peravê yê li balafirgeha Tokyo-Hanedayê ji AFP'ê re axivî û got, "Ne diyar e bê balafir li hev qelibîne yan na. Lê tişta teqez ew e ku balafira me ketiye nava bûyerê.”

Berdevkekî balafirgeha Tokyoyê ragihand ku, dema agirkujan hewl dan şewatan vemirînin, hemû rêyên balafirgehê hatine girtin. 

Tokyo-Haneda yek ji du balafirgehên navneteweyî yên li paytexta Japonyayê ye û di nava balafirgehên herî qelebalix ên cîhanê de ye. Li Japonyayê bûyerên qezayên balafiran kêm car rû didin.

Ji van a herî giran di sala 1985'an de dema balafireke Japonya Aîrlînes di navbera Tokyo û Osaka de ket xwarê û di encamê de 520 kesan mirin. Ev bûyer weke yek ji xerabtirîn karesatên hewayê yên li cîhanê derbasî dîrokê bû.