Di meha Nîsanê de 32 jin hatin kuştin, 13 jin bi gumanbarî mirin

Li gorî rapora meha Nîsanê ya KCDP'ê 32 jin bi destê mêran hatin kuştin, 13 jin jî bi gumanbarî mirin.

KOMKUJIYÊN JINAN

Platforma em ê kuştina jinan rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Nîsanê eşkere kir. Li gorî raporê 32 jin hatin kuştin, 13 jin jî bi gumanbarî mirin.

19 JIN JI ALIYÊ MÊRÊN PÊ RE ZEWICÎ BÛN VE HATIN QETILKIRIN

Di raporê de hate ragihandin ku di meha Nîsanê de ji 32 jinên hatin kuştin 19 jê ji aliyê mêrên pê re zewicî bûn, 5 jê ji aliyê mêrê pê re bûn, 3 jê ji aliyê xizmên xwe, 2 jê ji aliyê kesekî nasê wan, yek jê ji aliyê bavê xwe, yek ji aliyê birayê xwe, yek ji aliyê kurê xwe ve hatin qetilkirin. Li gorî raporê 18 jin li mala xwe, 4 jin li kolanan, 2 jin li qadên cemaweriyê, jinek li hundirê wesayitê, jinek li zeviyê, jinek ji cihekî dûr, jinek li otelê, jinek li kadînê hatin kuştin. 18 jin jî nehate tespîtkirin bê bi kîjan bahaneyan hatin kuştin.