Îranê neh kesên din îdam kir

Hat ragihandin ku li Îranê neh kesên din ên ku bi sûcdariya bazirganiya tiryakê hatibûn mehkûmkirin hatin îdamkirin.

Îrana ku yek ji wan welatên herî zêde îdam lê tê kirin, bi îdamkirinan dest bi sala nû kir.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îrnayê cezayê  9 kesên ku bi sûcdariya bazirganiya tiryakê dihatin darizandin û cezakirin, hatin îdamkirin.

Li gor nûçeyê 3 kesên ji wan kesan ‘’rojên borî’’ di girtîgeheke parêzgeha Erdebîlê ya li bakurrojavayê welêt e, ji ber sûcê ‘’kirîn û neqilkirina eroîn û afyoêe’’ hatin îdamkirin. 

Îrnayê ragihand ku 6 kesên din jî ji ber sûcên bazirganiya ‘’metamfetamîn, eroîn û esrarê’’ hatine îdamkirin. 

Li gor daneyên rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê; di sala 2023’yan de li welêt 823 kes hat îdamkirin.

Berpirsên Îranî diyar dikin ku ew ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya tiryakê kampanya dane destpêkirin, Lê li gorî muxalîfan, bazirganiya tiryakê ji aliyê Hêzên Şoreşê ve tê meşandin. 

LI ÎRANÊ JI SEDÎ 14 TIRYAKÊ BI KAR TÎNE

Daneyên ku ji aliyê Komîsyona Narkotîk a Neteweyên Yekbûyî (UNODC) ya sala 2021’an ve hatine parvekirin, diyar dikin ku li Îranê 2,8 mîlyon kes tiryakê bikar tînin. Tê texmîn kirin ku hejmarên rastîn pir zêde ye. 

Pisporê nexweşiyên civakî Mohammad Riza Mehbûbfar di sala 2020’an de diyar kiribû ku temenê kesên ku tiryakê bi kar tînin li welat daketiye 8’an û got, “Temenê ciwanên ku dest bi bikaranîna tiryakê kirine daketiye 12’an. Li Îranê ji sala 2011’an ve hejmara kesên ku van maddeyan bi kar tînin du qat zêde bûye.’’ 

Mehbûbfer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Nifûsa Îranê 85 milyon e û ji sedî 14’ê nifûsê tiryakê bi kar tîne. Ji van kesan teqrîben 12 milyon kes tiryakê bi kar tînin. 4,5 milyonê wan bi dewamî tiryakê bikar tînin."