Kîm Jong Un gef li Koreya Başûr û DYE'yê xwar

Li gorî ajansa Koreya Bakur KCNA’yê Kîm Jong Un gef li Koreya Başûr û DYE’yê xwar û gotiye ku ger Koreya Başûr û DYE şer bidin destpêkirin, ew ê van her du dewletan tune bike.

Kîm Jong Un roja Yekşemê li Pyongyangê bi fermandarên sereke yên artêşa dewleta xwe re hevdîtinek pêk anî û di hevdîtinê de ev yek anîn ziman: ‘’Eger dijmin şer û provokasyona leşkerî tercîh bike, artêşa me wê bê dudilî û bi hemû hêza xwe seferber bibe (...)  ji bo tunekirina wan artêşa me divê derbeke giran li wan bixe.’’

Kîm Jong Un bi ‘hin gefên leşkerî’ DYE tawanbar kir û li hemberî Koreya Başûr ferman da ku di rewşen awarte de çekên nûkleerî jî di nav de hemû amûr û hêzên fîzîkî seferber bikin.

Serokê Koreya Bakur ragihang ku ew êdî di nav lêgerîneke weke lihevhatin û yekbûna li gel Koreya Başûr de nîne.

DYE û Koreya Başûr jî li hember ceribandinên çekan ên Pyongyangê  yên di sala 2023’yan de hevkariya xwe ya parastinê xurt kirin.

Koreya Bakur di sala 2023’yan de peykeke keşfê ya leşkerî bi cih kir û madeya statuya hêza nukleerî di desteya bingehîn de qebûl kir û hêztirîn fûzeyeke balîstîk a di cebilxaneya xwe de ceriband.