Îsraîlê li Beyrûdê ofîsa HAMAS’ê bombebaran kir
Hat ragihandin ku balafira bêmirov a bi çek a Îsraîlê, li paytexta Beyrûdê Libnanê ofîsa tê îdia kirin ku aîdî HAMAS’ê ye bombebaran kir.
Hat ragihandin ku balafira bêmirov a bi çek a Îsraîlê, li paytexta Beyrûdê Libnanê ofîsa tê îdia kirin ku aîdî HAMAS’ê ye bombebaran kir.
Li gor ajansa El Weteniye ya Lûbnanê, balafireke bêmirov a bombebarkirî ku aîdî Îsraîlê ye (SÎHA), cihekî Hîzbûllah ya herêma Dahiya ya li başûrê Beyrûdê ye bombebaran kir. Di bombebaranê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, rêveberê HAMAS’ê Saleh al Aroûrî jî heye. HAMAS’ê bi daxuyaniyekê mirina Aroûrî pişterast kir.