Di êrîşên li Burkîna Faso’yê de bi dehan kes mirin

Hate ragihandin ku, di êrîşên hefteya dawî yên li bakurê Burkîna Faso’yê de bi dehan leşker û sivîl mirin.

Li gorî agahiyên rayedarên herêmî roja Şemiyê, “Komek mezin a terorîstên ku çekên giran hildane” êrîşê kampa leşkerî ya Nuna ya li bakur rojavayê kir.

Çavkaniyekî ku ji AFP'ê re axivî û got, "Gelek leşker û sivîl mirine." Her wiha çavkaniyekî din ê ewlekariyê jî got, "Êrîşa li dijî baregehê hate şikandin.”

Çavkaniyê ewlekariyê got, "Bi awayekî hemwext êrîş li dijî noqteyek din a li bakur pêk hatiye” û anî ziman ku ev êrîş jî hatiye kontrolkirin.

Çavkaniyên herêmî û ewlekariyê ragihandin ku 24'ê Kanûnê du êrîşên din jî li dijî baregehên leşkerî pêk hatine.   

Di destpêka vê hefteyê de Koma Piştgiriya Îslam û Misilmanan ku hevalbendiyeke çekdarî ya girêdayî El Qaîdeyê ye berpirsyariya van êrîşan girtin ser xwe û îdîa kirin ku wan 'bi qasî 60 leşker kuştine'.

Rejîma leşkerî ya Burkîna Faso ku ji darbeya Îlona 2022'yan û vir ve li ser desthilatdariyê ye, kêm caran daxuyaniyên li ser êrîşên komên bi guman a cîhadperestan dide.

Li gorî televîzyona dewletê komandoyekî hêzên taybet roja Şemiyê li dijî komên olî yên amadekarî dikirin êrîşî bajarokê Bulsa yê eyaleta Namentenga ya li navenda welêt bikin, dest bi êrîşê kirine.

Medyaya dewletê got, ''Ji 30 bêtir terorîst hatin kuştin û lojîstîka wan dane ber agir.'' Her wiha hat îdîakirin ku "3 baregehên terorîst" yên li bakur rojavayê welêt hatine tespîtkirin jî ji aliyê hêzên çekdar ve hatine îmhakirin.

Ji sala 2015’an û vir ve Burkîna Faso ji ber komên girêdayî El Qaîdê û DAÎŞ’ê bûyerên şîdetê lê kêm nabe.