DYE’yê sê keştiyên Hûsiyan noqî avê kir

DYE’yê ragihand ku helîkopterên wan sê keştiyên ayîdê Hûsiyên Yemenî noqî avê kirine.

Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYE’yê (Centcom) daxuyaniyek da û diyar kir ku Hûsiyan êrîşî helîkopterên Emerîkî kirine, wan jî bersiva Hûsiyan daye û ji 4 keştiyên biçûk 3 keştî noqî avê kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku keştiya 4’emîn ji “herêmê reviya”.

Artêşa Emerîkayê diyar kir ku 30’ê Kanûnê roja Şemiyê destroyeke DYE’yê bersiva banga alîkariyê ya keştiyeke konteynerê ya ku di êrîşeke cuda de hatibû hedefgirtin, daye. Artêşê ragihand ku wan 2 fuzeyên balîstîk ên ji Yemenê hatîn berdan, anîn xwarê.

Centcom’ê di daxuyaniya ku li ser medyaya dîjîtal parve kirî de, diyar kir ku fuze ji herêma di bin kontra serhildêrên Hûsî de hatiye berdan û ji 19’ê Mijdarê ve ev êrîşa 23’emîn e ku li dijî keştiyên bazirganiyê tê kirin.