ROJEVA 5'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Martina Anderson li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Em fêhm dikin bê tecrîd û ragirtina li hucreyê çawa ye. Lê belê divê tecrîda ku li Abdullah Ocalan tê ferzkirin neyê serê kesî."

Ji Akademiya El Ezher Şêx Ehmed Turkî got, pêwîstiya gelê Ereb bi lîderekî mîna Abdullah Ocalan heye ku xwedî teoriyên exlaqî, siyasî ye û fedakaran e. Şêx Ehmed Turkî bal kişand ser rola Ocalan a di têkbirina DAÎŞ'ê de.

Hamûdê Elo ku alav û amûrên ji çanda Kurd li mala xwe kom dike, ji aliyekî ve xwedî li mîrateya çandî ya gelê Kurd derdikeve, li aliyê din jî perwerdeya saz û deng dide zarokan.

Hikumeta Şamê di zivistana 2023'an de nehişt sotemenî derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibe. Niha jî nahêle qumaş derbasî kargeh û febrîqeyan bibe.