Nûçeya Lezgîn: Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya li ser Îmraliyê

Di erdheja li Japonyayê de, 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes birîndar bûn

Li navenda Japonyayê roja Duşemê erd hejiya. Li gorî bîlançoya nû 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), di 1’ê Çileyê de li Nîvgirava Noto û li peravên Işikawayê li rojavayê welêt gelek erdhejên bi pileya 5 heta 7’an çêbûne.

Di 2’yê Çileyê de li gorî saeta herêmî saet 10.17’an li peravên Nîvgirava Notoyê erdhejeke din a bi pileya 5,6 pêk hat.

Li gorî heman ajansê îro jî li Nîvgirava Notoyê di saet 02:21’an de bi pileya 5 û di saet 10:54’an de jî bi pileya 5,5 du erdhejên din jî çêbûne.

Li gorî rayedarên bajarê Ishîkawa 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes birîndar bûn ku rewşa 20 ji wan giran e.