Li Japonyayê erd hejiya

Li Japonyayê erdhejên xurt pêk hatin. Piştî hişyariyên tsunamiyê, pêlên ewil gihîştin qeraxê. Rayedaran hişyariya tsunamîyê kir û ji welatiyan xwestin ku derbasî deverên bilind bibin.

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) dibe ku li herêmên erdhejê pêlên ji pênc metreyan bilindtir pêk werin.

Mezintirîn erdheja ku di saet 16.10’an de li bakurrojhilatê nîvgiravê pêk hatî, li gorî Enstîtuya Jeofîzîkê ya DYE’yê (USGS) bi pileya 7.5 û li gorî JMA’yê jî weke bi pileya 7.6 hate ragihandin.

Berdevkê hikûmetê Yoshîmasa Hayashî got: "Li santrala nûkleerî ya Shîkayê û deverên din heya niha tu rewşên neasayî pêk nehatine."

Japonya yek ji wan welatan e ku li cîhanê herî zêde erdhej lê çêdibin. Ji ber vê yekê Japonya bergiriyên înşaetê pir baş digire. Bîna li hemberî erdhejên xurt saxlem in lê belê bandora erdheja bi pileya 9.0’ê  ku di Adara 2011’an de li perava bakurrojhilatê Japonyayê pêk hat û bû sedema tsunamiyeke mezin, berdewam dike. Di tsunamiya sala 2011’an  de 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Di heman demê de ev felaket bûbû sedema qezaya nûkleerî ya Fukuşîmayê jî.