Îsraîlê derbaskirina mal û pêwîstiyan ji bo Xezeyê asteng kir

Îsraîlê helwesta Hamasê ya ku pêşniyara DYE'yê ya ji bo dirêjkirina agirbestê red kir, ji xwe re kir hincet û derbaskirina mal û pêwîstiyan ji bo Şerîda Xezeyê asteng kir.

Di daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû de hate gotin, "Serokwezîr Netanyahû biryar da ku ji vê sibehê û pê ve derbaskirina mal û pêwîstiyan ji bo Şerîda Xezeyê rawestîne."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, "Îsraîl heta ku dîlgirtiyên me neyên berdan wê agirbestê qebûl neke."

Serokwezaretiyê got, "Eger Hamas di redkirinê de israr bike, encamên cuda yên vê yekê wê bibin."

Hamasê jî biryara Îsraîlê ya astengkirinê weke "sûcê şer" û "binpêkirina peymana agirbestê" pênase kir.

Hamasê got, "Biryara Netanyahû ya betalkirina alîkariya mirovî şantajeke biçûk, sûcekî şer û binpêkirina peymana agirbestê ye."

Tevgera Fîlîstînî ji bo Îsraîl paşve gavê biavêje bang li 'navbeynkaran û civaka navneteweyî kir' ku zextê bikin.