Îran li dijî gefên Îsraîl ên ‘leşkerî’ nerazîbûn nîşan da

Îran, nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê da. Ku di daxuyaniyê de tê gotin, dibe ku ji bo rewastandina armancên nukleerî yên Îranê pêdivî bi ‘ bijardeya leşkerî’ hebe. Îranê daxuyanî weke ‘kirêt’ bi nav kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, di hevpeyvîneke ligel Politico de got ku Îran ji bo çêkirina ‘çend bombeyan’ bi têra xwe uranyumê dewlemend kiriye û got ku ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê bijardeya leşkerî were berçavgirtin.

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî jî ev daxuyanî şermezar kir û diyar kir ku Îsraîl her tim gefên leşkerî dixwe û gotinên wî weke ‘kirêtî’ binav kir.

Di meha sibatê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû ku bi piştgiriya Emerîkayê dê li dijî Îranê gavên tund bên avêtin. Netanyahu ragihandibû ku Îsraîl demeke dirêj e, Îranê li ser hebûna xwe weke metirsî dibîne û ji ber wê jî siyaseteke tund dimeşîne.

Di sala 2018’an de, di dema rêveberiya Trump de, Emerîka ji peymana nukleerî ya sala 2015’an vekişiya ku di berdêla wê de Îran bernameya xwe ya nukleerî bisînor bike û cezayên derbarê wê de bên sivikkirin.

Li hember vê yekê Îranê dev ji sozên xwe yên di peymanê de berda û lez da çalakiyên xwe yên nukleerî. Lê Îran îdîa dike ku bernameya nukleerî di serî de ji bo enerjiyê tenê ji bo armancên sivîl e û red dike ku ew dixwaze çekên nukleerî bi dest bixe.