DYE û Îsraîl dibe ku payîzê êrîşî Îranê bikin?

Serbalyozê berê yê Emerîkayê yê li Îsraîlê Dan Shapiro rageşiya li Rojhilata Navîn dîsa anî rojevê.

Shapiro di konferansa ku li Enstîtuya Lêkolînên Ewlekariya Neteweyî (INSS) ya li Tel Avîvê hat lidarxistin de diyar kir ku Emerîka û Îsraîl dibe ku "heta vê payizê” li Îranê bidin. Rojnameya Haaretz 20’ê Sibatê daxuyaniya Shapiro weşand.

Di demeke ku zextên Îsraîlê li ser Îranê zêde dibe de şîroveyên tên kirin, di mehên dawî de zêdebûna rageşiya li herêmê radixe ber çavan. Li gorî raporên îstîxbarata DYE’yê yên di serê meha Çileyê de hatin weşandin de rayedarên Îsraîlê plan dikin ku di mehên pêş de du navendên sereke yên nukleerî yên Îranê hedef bigirin. Hat diyarkirin ku cihên ku hedef bên girtin tesîsa dewlemendkirina binê erdê ya Natanz û tesîsa dewlemendkirina Fordo ya li başûrê Tehranê ne.

Shapiro anî ziman ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump dibe ku di mehên pêş de biryara êrîşa li hemberî Îranê bigirin. Shapiro got, "Eger êrîşek çêbibe, serketina wê girîng e.”

Shapiro destnîşan kir ku pêngava li hemberî Îranê wê biryara hevbeş a Turmp û Netenyahu be.

Her wiha Shapiro got “Îran dema xwe ya herî lawaz de ye” û anî ziman ku rewşa heyî ya aborî û siyasî ji bo êrîşeke guncav e..”