BI DÎMEN

Li Yewnanistanê protestoyên girseyî hatin lidarxistin

Li Yewnanistanê bi sed hazaran welatî ji bo bîranîna xirabtirîn qezaya trênê û protestokirina kêmasiyên ewlehiyê yên berdewam daketin qadan. 

Bi ser qezaya mezin a li Yewnanistanê de 2 sal derbas bûn. Li 264 nuqyetên welêt û 125 nuqteyên li Ewropayê bi daxwaza lêpirsina hiqûqî ya bilez çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. 

Li gel çalakiyên protestoyî grev jî hatin destpêkirin: Li gel çavdêrên trafîka hewayî, makînîstên trênê, bijîşk, parêzer û mamosteyan gelek kes tevlî çalakiyên grevê bûn. 
Xwepêşanderên ku hikûmetê weke berpirsiyarê qezayê dibînin, serê sibehê daketin qadan.  

Li Atînayê nêzîkî 200 hezar welatî daketin qadan. Her wiha li gel banga sendîkayên karkeran gelek sektorên weke veguhestin, tendurîstî û xizmetguzariyê hatin sekinandin. 

Li gelek deverên Atînayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û di navbera xwepêşander û polîsan de gelek pevçûn çêbûn. Polîsan bi xaza rondikrêj êrîşî girseyê kir. Heya niha 20 kes hatine binçavkirin û 70 kes jî hatine girtin. Girse li pêşiya bînaya Parlamentoyê çalakiya gerevê didomînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 28’ê Sibata 2023’yan de li herêma Teselya ya Yewnanistanê trêneke rêwiyan û tereneke barkêş li hev qelibîn û di encamê de 57 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Lêpirsînên hiqûqî yên derheqê qezayê de hê bi dawî nebûne û têkildarî qezaya berbehs tu kes nehatiye cezakirin û mehkûmkirin. Her wiha duh têkildarî qezayê rapora lêpirsînê hate weşandin û rapor dibêje ku qeza ji ber xetaya mirovî û pergala rêasinê ya kevin çêbûye. Ev yek bû sedema nerazîbûna welatiyan.