Parlamenta Îranê wezîrê aboriyê ji wezîfeyê dûr xist

Parlamenta Îranê ji ber krîza aboriyê ya giran wezîrê aboriyê ji wezîfeyê dûr xist.

Li Îranê nirxê pereyê neteweyî li beramberî dolaran pir kêm bûye û enflasyon bûye sedem ku malbat nikaribin bêhnê bigirin.

Serokê Parlamenta Îranê Mûhammed-Bagar Galîbaf di televîzyona dewletê de ragihand ku ji 273 parlamenteran 182 parlamenteran dengê 'ji kar avêtin' dane Wezîrê Aborî û Maliyeyê Abdulnasser Hemmatî. Hemmatî ji meha Tebaxê û vir ve li ser wezîfeyê bû.

Nirxê pereyê Îranê riyal bi taybetî piştî hilweşîna rejîma Esad a li Sûriyeyê bi lez ket. Beriya hilweşîna Esad dolarek li bazaran 717 hezar riyal bû, lê di nîvê meha Sibatê de gihîşt rekoreke 925 hezar riyalî. Di dema ku Serokkomar Pezeşkiyan di meha Tîrmehê de dest bi wezîfeyê kir, dolar bi qasî 600 hezar riyal bû.

Îran ji sala 2018'an ve ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji peymana nukleerî vekişiya û cezayên nû sepand, krîzeke giran a aboriyê dijî. Ev peyman bi armanca sivikkirina cezayan û vegerandina razemeniyên Îranê yên li welatên Rojavayî bû. Lê belê bi sepandina cezayan re aboriya Îranê ji ber enflasyona zêde û windabûna nirxên pereyê wê, bi rengekî neyînî bandorê li jiyana rojane ya gel dike.