BI DÎMEN

Li Mannheimê kesek wesayita xwe bi ser peyayan de ajot

Li navenda bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ajokarek wesayita xwe bi ser peyayan ajot, kesek mir û 25 kes jî bi giranî birîndar bûn. Gumanbar hat binçavkirin.

Berdevkê polîsan Stefan Wilhelm got, "Li navçeya Mannheimê wesayiyek li komek kesan qelibî, di encamê de kesek mir û 25 kesên din jî bi giranî birîndar bûn. Gumanbar hatiye binçavkirin.”

Qada ku bûyer lê qewimî ji hêla rayedaran ve wek herêma "metirsiya mirinê" hat îlankirin. Operasyona ku piştî nîvro loi herêmê hat destpêkirin didome.

Polîsan bang li gel kir ku "li malê bimînin." Di dema bûyerê de li herêmê bi boneya destpêkirina pîrozbahiyên karnavalê fûarek hat vekirin.

Li gorî agahiyan, Nexweşxaneya Zanîngehê ya Mannheimê xwe ji bo ya herî xirab amade dike. Ji bo bi hejmara “birîndaran derkeve serî perala “Rewşa lezgînî û karesatê" xist dewrê..

Rojnameya Almanî Der Spiegel got, “Hem ji bo mezinan hem jî ji bo zarokan heşt tîmên trawmayê hatine bicihkirin.”