Îsraîlê pêşniyara agirbestê ya heta nîvê meha Nîsanê qebûl kir
Îsraîlê pêşniyara Emerîkayê qebûl kir ku eger bi Hamasê re li ser destpêkirina qonaxa duyemîn a agirbestê li hev neke, agirbesta li Xezeyê heta nîvê meha Nîsanê dirêj bike.
Îsraîlê pêşniyara Emerîkayê qebûl kir ku eger bi Hamasê re li ser destpêkirina qonaxa duyemîn a agirbestê li hev neke, agirbesta li Xezeyê heta nîvê meha Nîsanê dirêj bike.
Di daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû de ku nîvê şevê hate kirin, hate gotin "Îsraîl planeke agirbestê ya demkî ya sefîrê Serokê DYE'yê Steve Witkoff dipejirîne, ku ji bo dema Remezanê ya dawiya meha Adarê bi dawî bibe û cejna Pesah a Yahûdiyan ku wê di nîvê meha Nîsanê de bê pîrozkirin."
Hamas heta niha ji bo destpêkirina qonaxa duyemîn a agirbesta heyî weke ku hatiye plankirin roja Yekşemê bê destpêkirin, israr kir. Hamasê îdîa kir ku qebûlkirina Îsraîlê ya pêşniyara Emerîkayê ji bo heta nîvê meha Nîsanê tê wateya 'vegera ji peymanên heta niha îmze kiriye'.