Di pevçûnên Îsraîl-Hîzbûllah de zêdeyî 6 hezar kes mirin
Li gorî texmînên rojnameya Siûdî Asharq Al-Awsat, di pevçûnên dawî yên navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de qewimîne, herî kêm 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî texmînên rojnameya Siûdî Asharq Al-Awsat, di pevçûnên dawî yên navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de qewimîne, herî kêm 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Pevçûn di 8’ê Cotmeha 2023’yan de destpê kir û di 27’ê Mijdara 2024’an de bi navbeynkariya DYE û Fransayê agirbest çêbû û di rêjeyeke mezin de pevçûn bi dawî bûn.
Asharq Al-Awsat destnîşan kir ku piraniya mirinan di vê demê de pêk hatin.
Piştî agirbestê, hejmara miriyan weke 4.000 hezar hatibû ragihandin. Lê belê piştî dîtina cenazeyan û çêkirina testên DNA’yê, aqûbeta gelek kesên winda diyar bû û vê hejmara miriyan ji 6.000’ê derbas kir. Rojnameyê ragihand ku di vê pêvajoyê de malbat hatine agahdarkirin û merasîmên veşartina cenazeyan jî hatine lidarxistin.
Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, şervanên Hîzbûllah, sivîl û xebatkarên tenduristiyê hene. Rojnameya Lubnan L’Orient-Le Jour diyar kir ku ev hejmar hîna ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Lubnan ve nehatiye piştrastkirin.