Pentagonê navber da operasyonên sîber ên li hemberî Rûsyayê

Hate ragihandin ku DYE'yê navber daye operasyonên sîber ên li dijî Rûsyayê.

Hin saziyên çapemeniyê yên DYE'yê ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Pete Hegseth ferman da ku operasyonên sîber ên li hemberî Rûsyayê bêne rawestandin.

Li gorî New York Timesê ev rawestandin parçeyek ji pêvajoyeke hîn berfireh a jinûve nirxandina operasyonên DYE'yê yên li dijî Rûsyayê ye, lê belê dema wê nehat diyarkirin.

Ev rawestandin di demeke welê de kete rojevê ku Donald Trump ji ber şerê li Ûkraynayê xwe gelekî nêzî Moskowayê kiriye.