Rûsya: Polîtîkaya derve ya DYE'yê li vîzyona me tê

Kremlînê ragihand ku guhertina radîkal a polîtîkaya derve ya DYE'yê ya li ser Rûsyayê 'bi asteke bilind' li vîzyona wan tê.

Berdevkê Serokdewletiya Rûsyayê Dmitriy Peskov di hevpeyvîneke xwe de ya li televîzyona dewletê li ser polîtîkaya derve ya DYE'yê ya têkildarî Rûsyayê got, "Di asteke mezin de li vîzyona me tê."

Peskov got, "Li pêşiya me hîn rêyeke dirêj heye, ji ber ku têkiliyên du alî gelekî zerar dîtin. Lê belê eger îradeya siyasî ya herdu lîderan Serok Pûtîn û Serok Trûmp dewam bike, ev rê dikare bi lez û serketî be."

Hate ragihandin ku Peskov ev şîrove roja Çarşemê di hevpeyvînê de kir, lê heta roja Yekşemê ji raya giştî re nehate eşkerekirin.

Donald Trûmp piştî ku 20'ê Çileyê dest bi wezîfeyê kir, li gorî serokê Amerîkayê yê beriya xwe Joe Bîden polîtîkaya xwe ya derve di asteke girîng de guhert û hîn bêhtir bi Moskowayê re têkiliyeke nêz danî.

Rêveberiya Washîngtonê roja Înê di dema hevdîtineke balkêş de ya li televîzyonê hate weşandin, li Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy heqaretên giran kir ku vê yekê fikarên li ser dewamkirina piştgiriya bi Kîevê zêde kir.