Trûmp, biryarnameya ku Îngîlîzî bibe zimanê fermî îmze kir

Serokê Emerîkayê diyar dike ku ew dixwaze ‘yekîtiyê’ li welêt xurt bike. Lê belê li gorî îstatîstîkên Buroya Serjimariyê ya sala 2023’yan, li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê herî kêm 43 mîlyon kes li mala xwe bi zimanê Spanyolî diaxivin.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp, bi hinceta welêt ‘teşwîqê yekîtiyê’ bike, biryarnameya ku zimanê Îngîlîzî li DYE’yê bibe zimanê fermî, îmze kir.

Di biryarnameya ku Trûmp îmze kir de, gotina, “Di berjewendiya Emerîkayê de ku zimanek fermî diyar bike yek- û tenê yek” cih girt.

Hat diyar kirin ku armanca biryarnameyê pêş xistina ‘yekîtiya welêt û çanda hevpar a Emerîkayê di nav hemû hemwelatiyan de’ ye.

Her wiha di biryarnameyê de tê gotin, “Ev biryarname rêzê li kevneşopiya Emerîkiyên pirzimanî digire ku fêrî îngilîzî dibin û wê derbasî nifşên siberojê bikin.”

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, heta niha zimanek fermî nasnekiriye. Komarparêzê mîlyarder ê ku biryarname îmze kir, rêziknameya ku di sala 2000’an de ji aliyê Bîll Clînton ve bi armanca kesên ku îngilîziya wan qelsbe jî bikaribin xwe bigihînin karûbarên cemaweriyê, jî betal dike. 

Êdî ji saziyên federal nayê xwestin ku xizmetên ji bilî Îngîlîzî bi zimanên din pêşkêş bikin. Lê belê ew dikarin vê pergalê bidomînin jî.

Li DYE’yê mijara avakirina zimanekî fermî, di jiyana siyasî ya welêt de pirsgirêkeke demdirêj e. Di sedsala bihurî de gelek pêşnûmeqanûn li ser mijarê, di kongreyê de nehatin pejirandin. 

Lê belê li gorî îstatîstîkên Buroya Serjimariyê ya sala 2023’yan, li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê herî kêm 43 mîlyon kes li mala xwe bi zimanê Spanyolî diaxivin.