BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakiyên 1'ê Gulanê: Kurd bi rengê xwe daketin qadan

Li gelek bajarên Ewropayê 1'ê Gulanê bi meş û çalakiyan hate pîrozkirin. Saziyên Kurdan jî bi rengê xwe tevlî çalakiyan bûn û daxwaza aştî û azadiyê kirin.

Li çar aliyên Ewropayê di çalakiyên 1'ê Gulanê de gelê Kurd bi daxwazên xwe yên aştî û azadiyê amade bû.

LANESTER

Li bajarê Lanester ê Fransayê bi banga sendîka, partiyên siyasî û komelayan girseya gel li Parka Mandela li hev kom bû û Kurd jî bi rengê xwe tevlî kortejê bûn. Di axaftinan de hate ragihandin ku 1'ê Gulanê hemû gel di lêgerîna edalet û azadiyê de digihêjin hev. Çalakiyê bi bernameya çandî dewam kir.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi dehan sendîka, fraksiyon û komeleyan li qada Haûptwacheyê meşek lidar xistin. Tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û Teko-Jin bi dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê" û "Bi ruhê 1'ê Gulanê rêya civaka demokratîk vekin" tevlî meşê bûn. Meş li Qada Alter Operê bi dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.

DARMSTADT

Li Darmstadtê di meşê de saziyên Kurdan daxwaza azadiya Rêber Apo anîn ziman. Komeleya Çanda Kurd di kortejê de flameyên xwe yên ji sê rengan hildan. Di axaftinan de tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û ji bo pêkhatina aştiyê işaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo hate kirin. Çalakî bi şahiyê û bernameya muzîkê heta êvarê dewam kir.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê zêdeyî 10 hezar kes tevlî meşa 1'ê Gulanê bûn û li dijî şer û xizaniyê banga aştiyê hate kirin. Di çalakiyê de Kurdistaniyan wêneyên aktîvîstên jin ên gefa darvekirinê li wan tê xwarin ên li girtîgehên Îranê hatin hildan. Tim û tim dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bijî 1'ê Gulanê' hatin qîrîn.

STÛTTGART

Li Stûttgartê bi pêşengiya sendîkayan meş hate lidarxistin. Di çalakiyê de işaret bi mafên karkeran û piştevaniya navneteweyî hate kirin.