Li Efganistanê ji ber barîna zîpik û lehiyê 29 kes mirin
Li 2 eyaletên Efganistanê ji ber barîna zîpik û lehiyê di nava wan de jin û zarok jî hene 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li 2 eyaletên Efganistanê ji ber barîna zîpik û lehiyê di nava wan de jin û zarok jî hene 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên herêmî ragihandin ku li 2 eyaletên başûr-rojavayê Efganistanê di encama barîna zîpik û lehiyê de 29 kes mirin.
Rêveberê Karesatên Bajêr Muhammed Îsrael Sayar daxuyanî da û diyar kir ku li herêma Farahê ji ber barîna zîpikan 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane endamên 2 malbatên çûbûn seyranê bûn.
Rêveberiya Karesatan a Kandaharê ragihand ku di lehiya ku li deverên cuda yên herêmê rû da de 8 jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniyê, ji ber banê xanî bi sere malbetekê de hilweşiya, jinek, 2 kur û keçek jiyana xwe ji dest dane. Li cihekî din zarokek xeniqî, 3 jinên 15-19 salî yên cil dişûştin jiyana xwe ji dest dan.
Efganistan yek ji welatên herî xîzan ê cîhanê ye û di heman demê de yek ji wan welatên ku herî zêde di bin bandora guherîna avhewayê dimîne ye. Ji ber vê yekê bi karesatan re rû bi rû dimîne.
Hêjayî gotinê ye di karesata Gulana 2024’an de 300 jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî winda bûbûn.