Wezîrên karên derve yên DYE û Rûsyayê wê li Stenbolê bicivin
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Emerîkî dê roja Pêncşemê li Stenbolê bicivin.
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Emerîkî dê roja Pêncşemê li Stenbolê bicivin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtinên li Siûdî Erebistanê yên 18’ê Sibatê, ragihand ku wê roja Pêncşemê li Stenbolê di navbera dîplomatên Rûs û Emerîkî de civînek were kirin.
Lavrov di civîna çapemeniyê ya li Qatarê de wiha got, “Dîplomat û pisporên me yên payebilind wê bên ba hev û pirsgirêkên sîstematîk binirxînin.”
Lavrov got, “Civîneke wiha wê sibe li Stenbolê were kirin.” Lavrov roja duşemê serdana Enqereyê kiribû.