Alîkarê Serokkomarê Îranê Zarîf îstifa kir

Hate ragihandin ku Alîkarê Serokkomarê Îranê û Wezîrê Karên Derve yê berê Cevad Zarîf îstifa xwe pêşkêşî Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan kiriye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (ÎRNA) Cevad Zarîf ku weke afirînerê peymana nukleerê ya Îranê tê pênasekirin nameya îstifayê gihandiye Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan, lê hîn bersiv jê re nehatiye dayin.

Mûhammed Cevad Zarîf meha Tebaxê ji wezîfeya alîkariya serokkomar a ji karên stratejîk berpirsyar îstifa kiribû. Piştî bi çend rojan jî careke din tevlî nava hikumetê bûbû. Zarîf di îstifaya xwe ya beriya niha de gotibû, ji ber ku zarokên wî welatiyên Emerîkayê ne zext lê hatiye kirin.