ROJEVA 9'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêbe Apo wê were şopandin.
Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Çalakiyên bîranînê yên ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku roja Şemiyê wefat kir, wê bêne şopandin.
Derhêner û lîstikvan Ganî Ruzgar Şavata ku kedkarê aştiyê Sirri Sureyya Onder weke 'Ew meşaleya Newrozê bû,, wêrekiya Kawayê hesinkar bû' pênase kir, anî ziman ku wezîfeya pêkanîna aştiyê êdî li ser milê wan hemûyan e.
Parlamenter ê Partiya Çep Muhlîs Kocaaga serdegirtina polîsan a li Navenda Civaka Kurd a li Bremenê xist rojeva parlamenta eyaletê û bal kişand ser hewldanên ji bo krîmînalîzekirina Kurdan.
Huseyîn es Seleme ku dema El Nûsra veguherî HTŞ'ê bi roleke çalak rabû, li Idlibê di avaniya îdarî û leşkerî ya rêxistinê de bi wezîfeyên girîng rabû. Demeke dirêj weke Şefê Ewlekariyê yê giştî' di nava HTŞ'ê de wezîfe kir, bi taybetî dosyayên hesas di bin kontrola wî de bûn.
Komên çekdar ên ser bi hikumeta li Şamê bi rêk û pêk dest datînin ser malên sivîlan. Malbatên ku li ber vê yekê radibin neçar têne hiştin ku milkên xwe bi erzanî bifiroşin an jî biterikînin.
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê Mehmet Nûrî Ûlûs diyar kir ku budçeya di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de ji şer re tê veqetandin, gel bêhtir xizan kiriye.