ÇAND Û HUNER
Endamê Komîteya TEV-ÇAND’ê Argeş Delîla destnîşan kir ku çiqasê êrîşên dewleta Tirk zêde dibin, divê hunermend jî hîn zêdetir berxwedanê mezin bikin û xwedî li çand û hunera Kurdî derbikevin.
Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Ewropayê ku di 21'ê Îlonê de wê li Frankfûrtê bê lidarxistin, amadekarî qediyan. Komîteya amadekar bang kir ku li dijî tecrîd, qirkirin û polîtîkayên dagirkeriyê bi xurtî tevlî festîvalê bibin.
Lêkolîner Veysî Toprak bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên rûxîner ên li ser çanda Kurdî û destnîşan kir ku tunekirina muzîk û zimanê Kurdî di nava yekem armancên serweran de ye.
Piştî qedexekirina Kurdî asîmîlekirina jinên Kurd hate hedefkirin. Bi vê armancê bi kampanyayên ‘Kardelenler’ û ‘Haydi Kizlar Okula’ yên bi pêşengiya Turkan Saylan hatin destpêkirin, li ser perwerdeya jinên Kurd polîtîkayên Tirkkirinê hatin meşandin.
Li bajarê Brescia yê Îtalyayê, rojek ji festîvala kevneşop a herêmê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate veqetandin. Bi hezaran kesên di çalakiyê de li hev kom bûn peyama 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' dan.
Hemû Nûçe
-
Dengê ku ji pişt çiyayên Qafê bilind dibe: Radyoya Êrîvanê
Arîşeva Radyoya Êrîvanê ya 65 salî ku li ser bîra Kurdan şopeke kûr hiştiye bi keda hunermend Cewad Merwanî bi navê, ''Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê'' bû pirtûkeke 4 cîdlî. Merwanî ev dengên, ''Ji pişt çiyayê Qafê bilind bûyî'' bi notayên tomar kir.
-
-
-
-
-
-
Giyanê dide kevir, ax û daran
Peykertiraş Erdal Tut bi hunera destan giyanê dide kevir, ax û daran. Tut dibêje, kesên vî karî bikin divê ji karê xwe hez bikin û sebra wan zêde be û got: "Dema ez dest bi kar dikim, berî her tiştî ez ê çi çawa çêkim di hişê xwe de zindî dikim."
-
-
Zimanê êş, kêfxweşî, bawerî û şînê: Tembûr
Koşan, ê ku 20 sal in karê tembûrê dike diyar kir ku tembûr di baweriya Elewîtiyê de xwedî cihekî taybet e û got: “Hemû taybetmendiyên baweriya Elewîtiyê di tembûrê de bi awayekî sembolî hene. Tembûr nasnameya civakî ya baweriya elewîtiyê ye."
-
-
Bajarê pêşî yê modern ê cîhanê tine dibe
Nivîskar Îşler ji bo ku Girê Zirnakî ku weke yek ji bajarê pêşî yê modern ê cîhanê tê nîşandan bûye hedefa gencînegêran helwest nîşan da û got, ''Berhemên ku ji Urartûyan mane bi hêviya xiltên zêrgeran ve hatine hiştin.'
-
-
-
-
Nivîskarê Fransî Franceschî pirtûka 'Bi Kurdan re' nivîsî
Pirtûka nû ya nivîskarê Fransî Patrîce Franceshî derket. Di pirtûkê ya bi navê, ''Bi Kurdan re. Vegotinên Li Wan Zîvirînê'' hate gotin,''Dîroka 9'ê Cotmeha 2019'an hem sincî û hem siyasî wê bi bîra me bixe ku me du şaşî kirine.''
-
Kovara sînemaya Kurdî 'Temaşe' îro tê weşandin
Hejmara destpêkê ya kovara sînemaya Kurdî Temaşe îro digihêje ber destê xwendevanan. Kovar wê sê mehan carekê bê weşandin. Tevahiya wê jî li ser malpera înternetê bi regê PDF'ê dikare bê peydakirin.
-
-
-
-
Hijmara nû ya Serxwebûnê derket
Hijmara 462'an a kovara mehane ya îdeolojîk-polîtîk Serxwebûnê, bi manşêta, ''Bîranîna Hevrê Qasim Engîn bila sonda me ya tolhildanê be'' derket.
-
-
-
-
-
'Di stranên Êzidiyan ên evîndariyê de jî şopa fermanê heye'
Derhênerê dokûmantera 'Evîn di rûyê qirkirinê de" Şêro Hindê got, "Eger hûn dixwazin çand û dîroka Kurdan nas bikin divê hûn bala xwe bidin ser dengbêjiyê" û diyar kir, "Di dengbêjiya Êzidî de, di stranên wan ên evînê de jî şopa fermanê heye."