Nivîskar û helbestkar Ahmed Dilzar rehmet kir

Nivîskar û helbestkar Ahmed Dilzar di 101 saliya xwe de rehmet kir.

Nivîskar û helbestkar Ahmed Dilzar ji ber koronavîrusê li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin. Dilzar îro li Hewlêrê li nexweşxaneyê rehmet kir.

Dilzar di sala 1920’an de li navçeya Koye ya Hewlêrê ji dayik bûbû û di sala 1942’an de dest bi nivîsandina helbestên Kurdî û Erebî kiribû. Helbestkar Dilzar pirtûka Baba Tahir Hemedanî jî ji zaravayê Lorî wergerandibû.

Dilzar di sala 1946’an de ji ber ku tevlî tevgera komunîst bûbû hate girtin û 3 salan di Girtîgeha Bexdayê de girtî mabû.

Dilzar di sala 1960’an de li Bexdayê bû endamê desteya weşanê ya rojnameya Azadî û di sala 1963’an de tevlî Partiya Komunîst bû.

Piştî sirguniyê di sala 1994’an de li Hewlêrê bi cih bû.