KNK'ê û KON-MED'ê Roja Zimanê dayikê pîroz kirin

KNK'ê û KON-MED'ê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û destnîşa kirin ku azadiya welat bi azadiya çand û ziman ve girêdayî ye, lewma divê ew bi vê hişmendiyê tevbigerin.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya Konrgeya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek weşand.

'KURD ZIMANÊ XWE AZAD BIKIN, WÊ NIŞTIMANA WAN JÎ AZAD BIBE'

KNK'ê destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne, eger Kurd zimanê xwe azad bikin, wê niştimana wan jî azad bibe û diyar kir ku azadiya welat girêdayî azadiya çand û ziman e, lewma divê ew bi vê hişmendiyê nêzî mijara ziman bibin.

KNK'ê ragihand, dewlemendiya herî bingehîn a neteweyan, ziman e û wiha dewam kir, "Ji xwe ziman şengeste û stûnek girîng ji stûnên netewebûnê ye. Her gel û netewe bixwaze neteweyek çê ava bike pêwîste bi hestiyarî û ciddî nêzî mijara ziman bibe."

KNK'ê diyar kir ku li gorî lêkolînên dawî, li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya axaftina bi Kurdî daketiye ji sedî 40-45'an û got, "Ev tê wê wateya ku nîvê zimanê Kurdî miriye! An jî li ber mirinê ye! Çend sal berê UNESCO yê jî destnîşan kiribû ku zaravayê Kurmancî li hember xeteriyek cidî ye. Di heman dem da li Rojhilatê Kurdistanê jî zimanê Kurdî bi hemû zaraveyên xwe ve di bin wê xeteriyê de ne. Helbet dewlet bi zanîn û plan li pişt vê diyardeyê ye. Ev rastî ji bo zimanên Asûrî – Suryanî – Ermenî  li her çar parçeyên Kurdistanê jî diruste.

Em bang li tevaya sazî û dem û dezgehên Kurdistanê dikin, ku teşwîqa zimanê Kurdî di her warê jiyanê de bikin û xwedî lê derkevin."

KON-MED: BERPIRSYARIYA ME YA DÎROKÎ YE KU XWEDÎ LI ÇAND Û ZIMANÊ XWE DERKEVIN

Konfederaysona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat egotin, "Di vê qonaxa jiyanî ya têkoşînê de ku em bi berdêl û berxwedaneke dîrokî gihîştine, berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku pêwîste ji her demê zêdetir em xwedî li çand û zimanê xwe xwedî derkevin, pê bijîn û bi pêş ve bibin. Her weha ji bo ku di deryaya çandên gerdûnî de cihê xwe bigire tevbigerin. Li ser vî bingehî careke din roja watedar a Roja zimanê dayîkê ya Cîhanê pîroz dikin. Her weha bang dikin ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda Kurdî jiyanî bikin û pêş bixin..."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li tevahî gelên Cîhanê û gelê Kurdistan pîroz dikin û bi taybetî Em li Dayîkên xwe yên Kurd, Mamoste, Nivîskar, Zimanzan û Zimanhêzên Zimanê Kurdî pîroz dikin."