HDP'ê dest bi perwerdeya Kurdî ya navxweyî kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de dest bi perwerdeya Kurdî ya li nava partiyê kir.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê, bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) yên Kurdî, perwerdeyê dest pê kiriye.

Zêdetirî 400 xebatkar û rayedarên HDP’ê yên wekî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Endamên Lijneya Rêvebirina Navendî, endamên Meclisa Jinan, endamên Meclisa Partiyê, parlementer, rêveberên partiyê beşdarî perwerdegê dibin. Beşdar li gor asta xwe li 6 polan hatin dabeşkirin û ji ber şertên pandemiyê perwerdahiyê bi rengê online dest pê kir.

HDP bi vê xebatê dixwaze li hemberî zimanê dayikê hestiyarek biafirîne, mafê zimanê dayikê misoger bike û bi gavên şênber pêşî li bişaftina ser ziman bigire. Her wiha HDP’ê bi vê mebestê di mehên borî de plansaziyeke zimanî amade kir û wek Nexşerêya Kurdî weşand. Ji bo ku ew nexşerê bê cîbicîkirin, naveroka wê bê bihêzkirin û dewlemendkirin, Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî hat avakirin. Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî li gel perwerdahiya ziman, di heman demê de polîtikayên pirzimanî ya partiyê jî dişopîne û mudaxeleyê kêmasiyê di vê derbarê dike.