Mexmûriyan bi coşa 4'ê Nîsanê silav dan rojê

Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya du roj beriya niha li Mexmûrê hatibû destpêkirin, îro weke fînal dom dike.

Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî weke hemû salê 4’ê Nîsanê bi rengê mihrîcanê tê pîrozkirin.

Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya 13. a Mexmûrê beriya 2 rojan destpê kiribû. Mihrîcanê îro di roja xwe ya sêyemîn ango roja fînalê de serê sibehê destpê kir û vê heya derengiya êvarê wê bidome.

Mihrîcan bi pêşengtiya Komîteya Perwerde ya Mexmûrê hatî organîzekirin, hemû mamoste û xwendekarên wargehê di vê mihrîcanê de cihê xwe digrin.

Xwendekar, mamoste û şêniyên wargehê ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cil û bergên herêmî û biharî li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) hatin gel hev. Li wir piştî deqeyek rêzgirtinê mihrîcana 4’ê Nîsanê destpê kir. Qada pîrozbahiyê bi al, poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên şehîd ên têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve hate xemilandin. Li ser pankarta mezin a dikê wiha hate nivîsandin, "4’ê Nîsanê pîroz be", her wiha pankarta "72. Rojbûna Rêber Apo pîroz be" û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dayîka wî Uveyş hatin daliqandin.

Di mihrîcanê de weke nûnerên her yek ji dibistinên Mexmûrê xwendekar hatin ser dikê û berhemên xwe yên hunerî wek helbest û stran pêşkêş kirin. Bi gotinek din di navbera xwendekarên her dibistanê de pêşbirka berhemên hunerî hate lidarxistin.

Xwendekarên ku derdiketin ser dikê, dema berhem pêşkêş kirin ji aliyê hevalên xwe yên dibistanê ve pir germ û bi coş hatin pêşwazîkirin, vê yekê reng û rûyekî cuda da cihê pîrozbahiyê. Dengê ken û şahiyê li navçeya Mexmûrê jî dihat bihîstin.

Di navberan de endamên NÇHM’ê xwe ji pêşkêşkirina berhemên xwe yên wek stran û skêçan dûr negirtin.

Dîsa di navberekê de li ser navê mamosteyan, Hevseroka Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê Bêrîvan Kaya axivî. Kaya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û yên azadîxwaz, gerîlayên azadiyê, malbatên şehîdan û bi taybetî li şêniyên wargeha Mexmûrê, hemû mamoste û xwendevanan pîroz kir.

Kaya diyar kir ku ew 13. Mihrîcana 4’ê Nîsanê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Kaya di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên tên kirin xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.

Piştî axaftina Kaya pêşbirka berhemên hunerî yên xwendekaran dom kir. Tê payîn ku wê pêşbirk heya derengê êvarê bidome.

Roja yekê ya Mihrîcanê di çarçoveya pêşengehê de bi nîşandana berhemên hunerî yên mîna tablo, pankart û karên destan destpê kir. Roja duyemîn jî bi pêşbirkên werzişî yên wek maratonên 100 metreyî, 400 metreyî û ya dirêj û xwe avêtin ve dom kir. Îro jî Mihrîcan di van kêliyan de jî bi pêşbirka berhemên hunerî ve berdewam dike.