Strana Newrozê hate amadekirin

Newroz wê îsal jî li dehan bajar û herêman bê pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyên li Bakurê Kurdistanê, li Amedê bi civînekê hate eşkerekirin. Strana Newrozê jî hate nasandin.

Piştî civîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a bi nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî ya li Amedê, bernameya pîrozbahiyan hate eşerekirin.

Pîrozbahî wê herî kêm li 61 herêman bê pîrozkirin ku 30 ji wan bajar in.

Di civînê de her wiha strana Newrozê jî ya ji bo pîrozbahiyên îsal hate nasandin.

Strana ku gotinên wê ji aliyê Mİhemedê Pirosî ve hatiye nivîsandin bi klîbekê hate nasandin.

Stran ji aliyê van hunermendan ve hate gotin: Dîlan Yiğit, Jiyan Savcı, Cejna Saruhan, Kadir Çat, Umut Botan, Murat Bakrak, Devrim Özlük, Mêrxas Viyan û Merve Admiş.