'Li her derê bi Kurdî biaxivin, zarokên xwe hînî Kurdî bikin'

Mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz anî ziman ku ji avabûna komarê ve heta niha polîtîkaya înkar û pişaftinê ya li ser zimanê Kurdî qet kêm nebûye û got: "Li dijî van polîtîkayan divê Kurd li her derê bi zimanê xwe biaxivin û zarokên xwe hînî Kurdî bikin."

21'ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Rêxistina Lihevhatin, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) weke roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatiye ragihandin. Di 21’ê Sibata sala 1952’yan de dema komek xwendekarên Bangladeşê li zaningeha Pakistanê xwestin bi zimanê Bengalî biaxivin, lê belê bû hedefa êrîşa polîsên Pakistanê. Piştre koma xwendekaran  ji bo şermezarkirina êrîşên polîsan dest bi çalakiya greva birîçbûnê kirin. Lê vê carê polîsên Pakistanê bi guleyan êrîşê komê kirin û di encamê de hejmarek ji xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1999’an de jî rêxistina UNESCO roja 21'ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê diyar kir.

AMÛRA RAGIHANDINÊ

Ziman di navbera mirovan de amûra ragihandinê ya herî sereke ye. Mirov di civakê de di jiyana rojane de têkiliyên xwe bi alîkariya ziman datîne. Her wiha hest û ramanên xwe jî dîsa bi ziman dide der. Navgînên ragihandinê yên mîna wêne, sînema, şano, rojname, kovar, telefon, înternet û hwd. jî peywira xwe bi alikariya ziman pêk tînin. Dîsan di çêbûn û pêşketina kesayetiyê de ziman roleke sereke dilîze. Bi ziman mirov dibihîze, dipeyîve û hîn dibe, xwe pêş dixe, jiyanê fêm dike. Fikir û ramanên xwe bi ziman vedibêje û bi ziman tê naskirin. Li çand û kelepora xwe bi alîkariya ziman xwedî derdikeve û vediguhezîne nifşên nû. Tê gotin sînorê zimanê mirovan sînorê cihana mirovan e.  Ziman ji bo netewbûnê jî gelek girîng e. Gel bi zimanê xwe yê hevpar dibe netew. Ziman hevîrtirşkê civakê ye civakê saxlem dike, li hev tîne.

Li gorî gelek zanyar û lêkolîneran ragihandin di zikê dayikê de dest pê dike. Hîn di zikmakê de zarok peyvan dibihîze wan digre mêjiyê xwe. Piştî ku ji dayîkê dibe û heya dest bi axaftinê dike ev têgihêştin her didome. Zarok zimanê zikmakî ji diya xwe, ji malbata xwe û ji derdora xwe hîn dibe. Di vê pêvajoyê de ev hînbûn bê hemdî, xwe bi xwe çêdibe. Ji ber vê zimanê zikmakî xwezayî ye, paqij e û jêneger e. Bingeha zimanê zikmakî beriya ji dayîkbûnê tê avêtin û piştî ji dayîkbûnê di nav civakê de form û teşe digre. Heya destpêka dibistanê êdî zarok bi zimanê zikmakî dikare xwe îfade bike. Kesayetî jî li ser vê esasê xwe ava dike.

Zêdetirî 6 hezar û 700 ziman li cîhanê hene. Ji salên 1950’an ve nêzê 200 ziman winda bûne, her wiha li Cîhanê jî 184 ziman hene herî kêm ji aliyê 10 kesan ve tê bikaranîn. Nîvê zimanên Cîhanê di vê sed salê de di bin metirsiya tinebûnê de ne.

ZIMANEK DEWLEMEND Û PIR ZARAVAYÎ

Neteweya Kurd jî xwedî zimanekî dewlemend û pir zaravayî ye. Li Rojhilata Navîn yek ji zimanên herî kevnar e. Bi dirêjahiya dîrokê polîtikayên li dijî ziman û çanda Kurdan berdewam dike. Zimanê Kurdî zimanek serbixwe û xwedî dîrokekî kevnare ye. Zimanê Kurdî zimanke aryenî ji malbata zimanên Hînd-Ewropî ye. Zimanê Kurdî ji ber erdnîgariyê heya niha jî kariye hebûna xwe berdewam bike.

ZIMANÊ KURDÎ HATE QEDEXEKIRIN

Di dîrokê de jî ti caran êrîş û dagirkerî li ser gelê Kurd û Zimanê Kurdî kêm nebûye. Lê herdem gelê Kurd li dijî van êrîşan berxwedan kiriye. Ev êrîşên heya çar parçekirina Kurdistanê jî berdewam kirin û niha jî berdewam dikin. Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk siyasteke ya nûkerî û pişaftinê li ser gelê Kurd dide meşandin û peyva Kurdistan qedexe kirîbû. Lê piştî Tevgera Azadiya Gelên Kurdistanê dest bi têkoşînê kir, li Bakurê Kurdistanê heya astek Zimanê Kurdî cihê xwe girtiye. Di demek wiha girîng de gelek rojname, kovar, televîzyon bi Zimanê Kurdî weşan dikin. Di nava salên 2003 û 2010’an de li Bakurê Kurdistanê gelek dibistanên zimanê dayikê hatin vekirin. Lê di sala 2015’an de dewleta Tirk bi pêşengtiya AKP’ê xwe li van destkeftiyên Kurdan negirt, tevahî sazî û cihên perwerdayê Kurdî qedexe û asteng kirin.

LI ROJAVA ŞOREŞA ZIMAN

Li Rojavayê Kurdistanê jî piştî şoreşa 19’ê Tîrmeha 2011’an ve gelê Kurd di aliyê Zimanê Kurdî de gelek deskeftiyên mezin bidest xistin. Di roja me ya îro de jî ji dibistana seretayî heya zanîngehê perwerde hemû bi Zimanê Kurdî tê dayîn. Her wiha kovar û pirtûk bi zimanê Kurdî têne çapkirin.

ZIMANÊN BIYANÎ

Li Başûrê Kurdistanê jî di serdema rejîma Baas de têkoşîna gelê Kurd berdewam bû, di aliyê xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî de. Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname bi Zimanê Kurdî hatin çapkirin. Lê piştî raperina gelê Başûrê Kurdistanê gelek zimanên biyanî hebûna xwe li Başûrê Kurdistanê dan diyarkirin. Niha gelek dibistanên biyanî li Başûrê Kurdistanê hene.  Her wiha li dibistanên Başûr destxetên Erebî girîng tê dîtin û di dibistanên Sereteyî, Navîn, Amedeyî û heta Zanîngehê Zimanê sereke Erebî û Îngilîzî ye. Ev yek metirsiyek mezin li ser pêşketina zimanê Kurdî dide çêkirin.

LI BAKUR ZIMANÊ KURDÎ HÎNA QEDEXE YE

Li Bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd hene. Lê Kurd nikarin bi zimanê Kurdî perwerde bibînin. Hêj zimanê Kurdî ne fermî ye û heta niha gelek ji ber fêrî ziman dibin û ziman fêr dikin tên binçavkirin, girtin û cezakirin. Ji ber zext û polîtîkayên dewletê yên li ser ziman, gelê Kurd 21’ê Sibatê ji roja pîrozbahiyan zêdêtir wekî roja pêkanîna çalakî û aktîvîteyên li dijî zext û zordariyên ser ziman dibîne, wekî roja ku di asta herî jor de daxwaza zimanê xwe bike dibîne. Wekî her carê îsal jî bi çalakî û bernameyên cur bi cur hewl dide êş û jana dilê xwe ya sedan salan ragihîne hemû cîhanê.

'EM JI ZIMANÊ XWE BÊPARIN'

Mamosteya Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman (MED-DER) Seyhan Şaşmaz, têkildarî zext û pêkûtiyên li ser zimanê Kurdî axivî. Şaşmaz, di destpêka axaftina xwe de 21’ê Sibatê roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû neteweyên ku zimanê wan hatiye qedexekirin û bi taybet gelê Kurd pîroz kir û got: "Em vê rojê weke pîrozbahî nabînin û pîrozbahiyê jî pîroz nakin. Em jî weke neteweyên zimanê wan hatiye qedexekirin, em ji perwerdehiya zimanê xwe bêparin. Ji bo vê yekê em jî weke her netewe mafê axaftin û perwerdehiya zimanê xwe dixwazin."

'ZIMANÊ KURDÎ WINDA DIBE'

Şaşmaz bal kişand li ser zextên li ser zimanê Kurdî û wiha axivî: "Li Bakur zextên li ser zimanê Kurdî di asta herî jor de ye. Li Bakur du zarava têne axaftin, ji ber zextên dewletê em ji perwerdehiya zimanê xwe bêparin. Zarokên me hîna di temenê 6-7 salî de dest bi perwerdehiya Tirkî dikin û bi zimanê Tirkî mezin dibin. Ev bi tena serê xwe pişaftineke herî dijware ji bo zarokan. Ev pişaftin jî bi salane li ser Kurdan didome û li hemû qadên civakê belav bûye. Bi salane hikûmeta AKP’ê ziman weke amûreke propagandayê bi kar tîne û dibêje, 'dersên hilbijartî hene'. Gelek caran em lê rast hatine ku ev dersa hilbijartî ji hêla rayedaran ve tê astengkirin û destûr nayê dayîn ku were hilbijartin. Ji ber polîtîkayên dewletê yên pişaftinê mixabin her ku diçe zaravayê Kirmancî ber bi windabûnê ve diçe. Ne tenê Kirmancî her wiha Kurmancî jî ber bi windabûnê ve diçe. Zimanê ku gava nebe zimanê perwerdehiyê ew ziman gav bi gav winda dibe."

'DEMA NETEWEK BÊ ZIMAN BÊ HIŞTIN, EW NETEWE WINDA DIBE'

Şaşmaz wiha dom kir: 'Li Tirkiyeyê bi 39 zimanî tên axaftin, lê niha tenê Tirkî fermî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd hene, lê Kurdî hêj qedexe ye. Li aliyê din jî rayedarên hikûmetê her tim li ser ziman propagandaya xwe dikin. Her çend di 2009'an de bi TRT 6 weşana Kurdî kirin jî li gorî polîtîkaya xwe naverok diyar kirin. Dîsa her çend destûr da ku Kurdî-Der bê vekirin û Qursên Kurdî bidin jî di sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên Kurdî girtin. Hemû weşanên Kurdî girtin. Dibistana seretayî ya Ferzad Kemanger, dibistana Dayika Uyewş û dibistanên din ên Kurdî girtin. Ji ber ku tenê zimanê Tirkî zimanê perwerdehiyê ye û hemû zimanê din qedexe ne, ev jî dihêle ku zimanên din yek bi yek winda bibe. Dema ku mirov bixwaze mirovekê yan jî neteweyekê tine bike, destpêkê mirov zimanê wî qedexe dike. Dema ku ziman were qedexe kirin, ew netewe jî bê çand û dîrok tê hiştin."

'BI ZAROKÊN XWE RE BI KURDÎ BIAXIVIN'

Şaşmaz derbirî ku ji avabûna komarê ve heta niha polîtîkaya înkar û pişaftinê ya li ser zimanê Kurdî qet kêm nebûye û wiha got: "Li dijî polîtîkayên pişaftin û înkarê divê Kurd li her derê bi zimanê xwe biaxivin û zarokên xwe hînî Kurdî bikin. Li dijî polîtîkayên pişaftinê em weke MED-DER qûrsên zimanê Kurdî didin û hewl didin di her alî de zimanê xwe pêş bixin. Qûrsên me yên Kirmanckî û Kurmancî hene, ez bang li hemû ciwan, jin û mêran dikim ku werin tevlî qûrsên me bibin û zimanê xwe hîn bibin. Divê her malbatek Kurd ji derve û hundirê mala xwe bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin û zarokên xwe hînî Kurdî bikin."