Nivîskarên Kurd: Ji bo Kurdî divê li deriyê her malekê bidin

Nivîskarên Kurd diyar kir ku i bo Kurdî weke ziman û perwerdehiyê bi fermî bê qebûlkirin, kampanya hatî destpêkirin pir girîng e, gotin ku divê li deriyê her malekê bê dayîn.

Kampanya ku Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ya ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî û Paltforma Zimanê Kurdî ve hatibû avakirin, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn dabû destpêkirin, didome. Xwedîderketina li kampanya ku bi îmzeyên li kuçeyê û bi awayekî online tên komkirin tê domandin, roj bi roj zêdetir dibe. 

Beriya çend rojan Rêxistina HDP’ê ya Wanê, ji bo vê gavek avêt û Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel û nivîskar û rojnamegerên Kurd li hev civand. Di civînê de li ser kampanyayê hat rawestandin û ji bo mezinkirina kampanyayê pêşniyar hatin kirin. Nivîskarên Kurd Qahir Bateyî û Îbrahîm Sûngûr û Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan ku tevlî civînê bûbûn û mijarên ku di civînê de derketibûn pêş vegotin. 

Nivîskar Qahir Bateyî, diyar kir ku civîna ku pêk hatiye dereng ketiye û wiha got: “Li herêmê cara yekemîn civîneke bi rengî pêk hat. Pêwistî heye ku li herêmên din jî civînên bi rengî pêk werin. Gelek girîng ku nivîskar û siyasetmedar bi hev ser serê xwe li ser Kurdî biêşînin. Pirsgirêka ziman tenê ne pirsgirêka siyasetmedar û kesên ku li ser ziman xebat dimeşînin ne. Ev pirsgirêk pirsgirêka neteweyî ya Kurdan hemûyan e. Mixabin partiyên siyasî vê derbarê de serê xwe zêde naêşînin. Hêvî dikim ku berdewama xebatên bi vî rengî bên.”

Bateyî, destnîşan kir ku di civînê de li gel rexneyên ku hatine kirin li ser pirsa ku têkildarî kampanyayê “kî dikare çi bike?” rawestiyane û ev tişt anîn ziman: “bê guman gelek nêrîn derketin holê. Li ser meşandina çawaniya kampanyayê nêrîn hatin parvekirin. Ji bo kampanyayê bang û parvekirinên li ser medya civakî ne bes in. Pêwîste mal bi mal li deriyê mirovan bê dayîn. Heke kampanya bigihîje armanca xwe dibe ku propagandayên li dijî wê bên kirin. Di vê mijarê de divê siyasetmedar rola xwe pêşeng bilîzin. Divê herkes li kampanyayê xwedî derkeve.”

İbrahîm Sûngûr, di destpêka axaftina xwe de girîngiya civînê anî ziman û destnîşan kir ku di civînê de rexneyên tund hatine kirin û ev tişt gotin: “Êdî zarokên me bi Kurdî neaxivin. Di civînê de di serî de min vê rexneyê kir. Min got ku axaftina bi Kurdî ne bes e. Divê em xewn û xeyalên xwe bi Kurdî bibînin. Di xewnên xwe de bi dayîka xwe re bi Kurdî, bi zarokên xwe re Tirkî diaxivim. Kesên di tevgerên siyasî yên Kurd de rol digirin heke bi Kurdî neaxivin wê baweriya ji wan kêm bibe. Divê hemû beşên civakê li kampanyayê xwedî derkevin. Ji bo ku kampanya bigihîje armanca divê hevdîtinên bi rengî bên berdewamkirin. He wiha divê ronakbir û nivîskarên Kurd jî ji bo ziman timik li hev bicivin.”

 Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan jî da zanîn ku di civînê de ji bo berfirehkirin û mezinkirina kampanyayê nêrînan girtine û wiha got: “Weke partî ji bo Kurdî çi ji destê me bê em ê bikin. Lê pirsgirêka ziman tenê ne pirsgirêka partiyekê ye. Ji bo pêşeroja zimanê Kurdî wê kampanya rê nîşan bide û ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya zimanê Kurdî derfetan çê bike.”