Dag: Zimanê dayikê divê berî her tiştî be

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag destnîşan kir ku zimanê dayikê divê ji bo her mirovekî Kurd berî her tiştî be û got, "Xwedîderketina li zimanê xwe, pûçkirina polîtîkayên asîmîlasyonê ye."

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dersim Dag kampanya ku partiya wan di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de ji bo perwerdeya Kurdî bide destpêkirin ji ANF'ê re nirxand. Dag diyar kir ku HDP heta niha di mijara Kurdî de têrker nebûye û destnîşan kir ku ji bo karekî berfireh bê meşandin wan komîsyonek ava kirine.

Dersim Dag anî ziman ku parastina zimanê dayikê ji aliyê çandî ve jiyanî ye, lewma ji bo tunekirina gelekî destpêkê êriş li zimanê wî gelî tê kirin.

'POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ Û QIRKIRINÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Dag destnîşan kir ku tunekirina zimanê dayikê yê gelekî sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Bêguman polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirinê yên serdest û desthilatdaran, hemû sûcê li dijî mirovahiyê ye."

Dersim Dag diyar kir ku yek ji gelên herî zêde dibin hedefa van polîtîkayên qirêj, Kurd in û got, "Demeke dirêj e li ser zimanê me polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Dewletê bi rêya vê zîhniyeta qedexekar hewl da me tune bike, hîn jî hewl dide. Ji ber vê yekê xwedîderketina li zimanê xwe xwedîderketina li hebûn, çand û têkoşîna xwe ye. Xwedîderketina li zimanê xwe pûçkirina polîtîkayên asîmîlasyonê ye, rabûna li ber sûcê li dijî mirovahiyê ye."

'DIVÊ JI BO HER KURDÎ YA PÊŞÎ BE'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir ku bi navê hDP'ê ji bo Kurdî wan nexşerêyeke berfireh diyar kirin û destnîşan kir ku ji bo her Kurdî divê zimanê dayikê beriya her tiştî be.

Dersim Dag got, "Di çarçoveya nexşerêya Kurdî de ku komîsyona me amade kir, destpêkê wê di nava partiyê de ji bo rêveberên me yên bajar û navçeyan, ji bo hilbijartiyan û xebatkarên partiyê qursên Kurdî bên dayin. Komîsyona me wê li gorî peymanên navneteweyî hin raporan amade bike. Weke HDP heta niha di mijara Kurdî de em têrker nebûn, me nekarî polîtîkayeke hevgirtî ya ziman bimeşînin, lê belê bi rêya vê komîsyona ku me ava kirine em ê polîtîkayeke ziman a yekbûyî bimeşînin. Pûçkirina polîtîkayên qirêj ên li dijî zimanê me, têkoşîna li dijî vê yekê wê bibe karê bingehîn ê partiya me. Bi xwedîderketina li zimanê xwe em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin. Ji 7 heta 70 salî ji bo her Kurdî divê zimanê dayikê bibe ya herî pêşî, li malê, li kolanan, li taxan, li akademiyan divê em zimanê xwe biparêzin, xwedî lê derkevin û xurt bikin."