Hunermendên Kurd û şoreşger klîba 'PKK'ê amade kirin

Hunermendên Kurd û şoreşger ên li Bakurê Kurdistanê, di encama karekî ji 2 mehan de klîbek bi navê "PKK" amade kirin.

Di daxuyaniya têkildarî klîbê de hate gotin, "Bi navê hunermendên Kurd û şoreşger, me hewl da ku coş û kelecana berxwedana tevgera azadiyê ya li dijî faşîzmê, bi rêya vê berhemê nîşan bidin."

Hunermendan gotin, "Bi vê berhemê me xwest bibin dengê berxwedêr û nirxên moralê yên vî gelî."

Li gorî daxuyaniyê, klîba li ser PKK'ê di encama karekî ji du mehan hate amadekirin û zêdeyî 10 "hevalan ked dane."