Kovara Kurdî ya xêzeroman: GOG

Gerînendeyê Weşana Giştî ya Kovara xêzeroman a GOG Îmam Cîcî, destnîşan kir ku avakirina xwedekarên Kurdî pir zehmet e û got: “A me mîna ku li çiyayekî berfê girtî rê vekirin e.”

Gerînedeyê Weşana Giştî ya Kovara Xêzeroman a GOG a bi zaravayê Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî dest bi weşana xwe kiriye, Îmam Cîcî destnîşan kir ku kovara GOG koveke ku dayik-bav bi kêfxweşî ji zarokên xwe re bixwîne ye û banga; ‘Xwedî li GOG’ê derkevin, ji bo zimanê me xeta xwe bibîne’.

Meha borî hejmara yekem a GOG’ê gihişte ber destê xwêneran. Kovara dijîtal a zaroka a GOK a bi ziravayên Kurmanî-Kirmanckî yên Kurdî dest bi weşana xwe kir ku piranî xêzeroman e, navê xwe jî ji lîstikeke berê ya zarokên Kurd digire. GOG, karekterên gelek kêfxweş bûyerên wan bi awayekî macerayî vedibêje xîtabî zarokên 7-14 salî dike. Di heman demê de Dogan Guzel bi karakterê ‘Qirix’, Ender Ozkahraman bi ‘Çîrokên wê derê,’ Îmam Cîcî jî bi beşa ‘Kî ye ev’ wê di kovarê de cih bigirin. Di GOG’ê de efsaneya Şahmaran jî heye. Evdal Can ev efsane xêz kiriye. Di kovarê de serpêhatiya keçika biçûk Porsor jî heye.

Gerînendeyê Weşana Giştî ya xêzeromana Kurd GOG Îmam Cîcî ku ji ANF’ê re axivî diyar kir ku xêzeroman bihevrebûna hunera nîşaner û wêjeyê ye, dîsa nebûna zimanekî wiha bandor a di nava çandan de, kêmaniyên mezin in.

‘DIVÊ ÇANDA XÊZEROMANÊ BÊ AVAKIRIN’

Cîdî diyar kir ku ciwan di warê sînema, wêje û hunera dîtbarî de gelek berhem çêkirine, pirsa gel çima di warê xêzeromanê de zimaneke xurt û bandorker bikar naîne? pirsî û got: “Ji bo derbaskirina vê kêmaniya çanda me enceq bi zarokên xwe bi weşangeriyeke çanda xêzeromanê mezin bikin re mimkûn e. Ji bo pêkanîna çanda kovareke zarokan a ji xêzeromanê, niha bikevin tevgerê, enceq piştî çend nifşan û şûnde ciwanên xwêner û vêyekê bidomînin derkevin.”

Cîcî îşaret bi zoriyên zimanê romanê ya Kurdî û wiha pêde çû: “Qala fobiya dewletê û civakê ya Kurdî bikim? Yan jî nebûna çanda xêzeromanê ya Kurdî bikim? Yan jî rû bi rû bûna nifşekî wilo ku fêrbûnên xwe yên xwedindê ji bîrkirî bikim? Yan jî kêmbûnz xêzerêzên Kurdî ye? Rênedana qanûnên bazirganiyê yên Tirk ku ji ber malpera me bi temamî Kurdî ye? Yan jî qala fikarekî nîgarkêş a ‘Ez kêvroşkek kêfxweş xêz bikim û ji ber tenê Kurdî daxive serê min bikeve belayê ye? Li vir her cûre berhem zehmet e. Hilberandina berhemên Kurdî hê zehmetir e.”

NAVEROKA KOVARÊ

Cîcî li ser naveroka komarê jî agahî da û got: “Cara yekê ye ku xêzeromanên biyanî ku wergerî Kurdî hatî kirin hene. Ret Kît ê li cîhanê herî zêde hatî firotin û zêdetirî 30 zimanan hatiye wergerandin heye, zarokê biçûk xwecihî yê Emerîkî Yakarî ku bi lawiran re daxive, hez ji xwezayê dike, aştîxwazî û xwedî kêrhatiyên şeman heye.Thorgal ê ji aliyekê ve li gel malbata xwe cîhanê ji tundiyê diparêze, li aliyê din mêrê ku li dîroka xwe digere heye, cîhana Mîlo ku serpêhatiya macerayî ya zarokek biçûk li gundekî li gel xaleta xwe dema dijî carekê xwe di nava cîhaneke fantastîk de dibîne heye û ji me jî; di heman demê de Dogan Guzel bi karakterê ‘Qirix’, Ender Ozkahraman bi ‘Çîrokên wê derê’, xeleka ez xêz dikim ku jiyana mirovên hunermend û zanyar ên navdarên cîhanê ku bi pêkenokî tê nîvîsîn a ‘Ev Kî ye’?, dîsa Şahmaran a cara ewilê ji aliyê Evdal Can ve weke xêzeroman hatiye destgirtin, herî dawî karekterê Porsor a maceraya pêkenîn a jiyana zarokek keç a biçûk ku Şerda dinivîse heye.”

Cîcî anî ziman ku logoya kovarê aîdî Dogan Guzel e, dîsa nexşê kovarê, neşxê malper û karên din hemû li ser milê wî ye.

‘XWEDÎ LI GOG’Ê DERKEVIN, JI BO ZIMANÊ ME XETA XWE BIBÎNE’

Gerînedeyê Weşana Giştî ya Kovara Xêzeroman a GOG Îmam Cîcî da xuyakirin ku xwendina kovarê û belavkirina wê ne tenê ji bo yên ku xwedî zarok in, meseleya her Kurdekê ye ku li pirtûkxaneyan, li ser malperên înternetê xêzeromanên Kurdî, kovarên zarokan ên Kurdî nebîne ye. Cîcî diyar kir ku ji ber niha hem şert û merc nedestdayî ne hem jî, çanda xwendina dijîtal jî pêş bixin, kovar bi awayê dijîtal dane destpêkirin û got: “Nexwe me zehmetiyên firotina dijîtal jî dizanî. Armanca me bi awayê dijîtal ji bo Kurdên ku derveyî welat ku me nedikarî bi çapkirî ji bo wan bişînin, bixwînin û dîsa desteka ji wantên em li vir bi rengê çapkirî parve bikin bû. Dema me destpê kir me, dît ku zehmete ku toreke xwendekarên xwe bidin avakirin. A em dikin mîna li çiyayeke berfê rê vedikin e. Em di çarexekî welê de ne ku her diçe rêjeya xwendinê kêm dibe ye. Ya dikeve ser milê dayik-bav weşanên ku zarokên wan hez jê dikin bixwînin. GOG jî kovarekî wilo ye. Xwedî li GOK’ê derkevin, zimanê me xeta xwe bibîne.”