Bi tevlîbûna 120 şêwekaran li Qelaya Kerkûkê pêşangehek hate vekirin

Li Qelaya Kerkûk bi dirûşma ‘Kombûna Rengan’ bi tevlîbûna 120 hunermendên herêma Kurdistan-Iraqê bi 150 tabloyan pêşangehek hate vekirin.

Li ser Qelya Kerkûkê 120 şêwekarên Başûrê Kurdistan-Iraqê û bi taybet ên Kerkûkê tabloyên xwe pêşandan.

Li ser Qelaya Kerkûkê îro 120 şêwekarên Başûrê Kurdistan-Iraq û bi taybet ên Kerkûkê tabloyên xwe di pêşangehekê de pêşandan. Pêşangeh ji aliyê Komên Baran û Arat Naw hate orgazînekirin. Wê pêşangeh heta saet 17.00’an vekirî be.

Di pêşangehê de 150 tabloyên rangereng hatine pêşandan. Ji Kerkûkê hejmarek hunermendên Kurd, Ereb û Tirkmen tevlî bibûn.

Ji Amadekarê Pêşangehê Şêrza Fazil axivî û diyar kir ku ew komeke ciwan hewl dane ku pêşangehek wiha bi tevlîbûan 120 hunermendan û 150 tabloyan li Qelaya Kerkûk pêk bînin. Fazil anî ziman ku armanca wan ji vê pêşangehê ew e ku hêza û kêrhatiyên jinên ciwan û ciwanan bidin nîşandan. Fazil anî ziman ku li vî welatî ji ber ku huner tê piştguhkirin, bi vê yekê xwestine balê bikişînin ser hunerê.

Hunermend Soma Cemîl a tevlî pêşangehê bûyî jî axivî û diyar kir ku bi çend tabloyên xwe yên şêweyê klasîka kevin tevlî pêşangehê bûye, anî ziman ku hewl daye bi şêwazê klasîk carekî din zindî bike û bi van tabloyên xwe bal kişandiye ser ciwanî û bêdengiyê.

Jina ji pêkhateya Ereb Şeyma Mihemed a serdana pêşangehê kir diyar kir ku hilbijartina cih û nîşandana van huneran pir baş e, ji ber ku Qelaya Kerkûk sembola vî bajarî ye. Mihemed got ku hêz û moral ji tabloyan girtiye.