Ji Awazê Çiya 'Cenga Garê'

Koma Awazê Çiya li ser berxwedana Garê klîbek amade kir.

Koma Awazê Çiya ji bo bîranîna berxwedêrên Garê klîbek bi navê 'Cenga Garê' amade kir.

Awazê Çiya têkildarî klîba bi navê "Cenga Garê" ev daxuyanî da: "Em vê berhema xwe diyarî wan lehengan dikin ku li Garê li dijî xiyanet û mêtingeriyê bedena xwe kirin çeper. Em careke din berxwedana van lehengan bi rêz û minet silav dikin."