Mihemed Şêxo li Qamişloyê hate bîranîn

Yekîtiya Hunermendan û Komîteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Huermend Mihemed Şêxo di 32. Salvegera wefata wî de bibîr anî.

Yekîtiya Hunermendan û Komîteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi hevre 32. Salvegera wefata Hunermend Mihemed Şêxo bi lidarxistina merasîmekê ya li Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê bibîr anî.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, endamên Yekîtiya Hunermendên Herêma Cizîrê û malabat û hevalên Hunermend Miheme Şêxo tevlî merasîmê bûn.

Endamê Yekîtiya Hunermendên Herêma Cizîrê Selman Îbrahîm balk kişande ser xebat û kedên Mihemed Şêxo û got: “Mihemed Şêxo yek ji wan berxwedêr û têkoşerên ku di demên herî zehmet ên gelê Kurd ji qirkirina çandî re dihat derbaskirin bû.”

Hevseroka TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyar kir ku gel dikarin li gelek qadan dîrokê binivîsin û wiha pêde çû: “Bi hunerê jî dîrok dikare were nivîsandin. Dîroka me bi çanda me hatî parastin. Di qada çandê de gelek kesayetî rolên girîng lîstine. Mihemed Şêxo jî yek ji wan hunermendên herî girîng bû. Gotin, mûzîk û stranên Mihemed Şêxo mîrasekin. Ev 32 salin ku tê bibîranîn. Tenê bibîranîn tu wateyek xwe nîne. Bîranîn, tenê merasîmek bê lidarxistin û çend axaftin werin kirin nîne. Bîranîn eve ku bi dehan hunermend bi berdewamî stranên Mihemed Şêxo vebêjin.”

Hiso her wiha bibîr xist ku Mihemed Şêxo pir alîgirê yekîtiya netewî bû, girîngiya yekîtî û êşên gelê Kurd di stranên xwe de dianî ziman û axaftina xwe wiha domand: “Em jî ji bo yekîtiya netewî têdikoşin û dixwazin bi avakirina yekîtiya Kurdan xeyalên nemiran pêk bînîn.”

Birayê Mihemed Şêxo Hac Hemîd Şêxo jî sipasiya beşdaran kir û got ku Mihemed Şêxo ne tenê ji bo malbata xwe, ji bo hemû gelê Kurd xebat kir.

Piştî axaftinan sînevîzyonek derbarê jiyana Mihemed Şêxo hat temaşekirin.

Piştre endamên Yekîtiya Hunermendên Herêma Cizîrê Remezan Omerî û Sefqan Orkêş çend stranên Mihemed Şêxo pêşkêş kirin.

Hunermend Mihemed Şêxo sala 1948’an li gundê Xecokê ya Qamişloyê ji dayîk bûye. 9’ê Adara 1989’an de li Qamişloyê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dide. Mihemed Şêxo 120 berhem ji gelê Kurd re bi cih hişt.