ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Strana Newrozê hate amadekirin
Newroz wê îsal jî li dehan bajar û herêman bê pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyên li Bakurê Kurdistanê, li Amedê bi civînekê hate eşkerekirin. Strana Newrozê jî hate nasandin. -
Bi tevlîbûna 120 şêwekaran li Qelaya Kerkûkê pêşangehek hate vekirin
Li Qelaya Kerkûk bi dirûşma ‘Kombûna Rengan’ bi tevlîbûna 120 hunermendên herêma Kurdistan-Iraqê bi 150 tabloyan pêşangehek hate vekirin. -
Mihemed Şêxo li Qamişloyê hate bîranîn
Yekîtiya Hunermendan û Komîteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Huermend Mihemed Şêxo di 32. Salvegera wefata wî de bibîr anî. -
Ji Koma Amara klîba 8'ê Adarê ya bi navê 'Lê Dayê'
Koma Amara bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê klîbek weşand. -
'Werin em bi muzîkê şa bibin û zimanê xwe hîn bibin'
Di bin sîwana Akademiya MA Muzîk û Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi rêya onlînê perwerdeya zimanê Kurdî û Muzîkê tê dayîn. Li seranserî Kurdistan, Tirkiyeyê û Ewropayê zarok tevlî perwerdehiyê dibin. Zarok hem zimanê Kurdî hîn dibin hem jî Muzîka Kurdî. -
'Li dijî asîmîlasyon û qirkirinê em ê xwedî li çanda Kurd derkevin'
Hunermendên TEV-ÇAND'ê li ser Konferansa 7'emîn a TEV-ÇAND'ê axivîn û diyar kirin ku li dijî asîmîlasyon û qirkirinê wê xwedî li çanda Kurd derkevin. -
Ji Awazê Çiya 'Cenga Garê'
Koma Awazê Çiya li ser berxwedana Garê klîbek amade kir. -
60 hunermendî bi hev re gotin: Gerîla Gerîla
TEV-ÇAND a Ewropayê bi 60 hunermendî li ser berxwedana gerîla ya li Garê stranek amade kir. -
TEV-ÇAND'ê konferansa xwe ya 7'an li dar xist
Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) di navbera 21-28'ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 93 delegeyan konferansa xwe ya 7'an li dar xist. -
HDP'ê dest bi perwerdeya Kurdî ya navxweyî kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de dest bi perwerdeya Kurdî ya li nava partiyê kir. -
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê: Polîtîkayên tekperest li zimanan gef e
HDP, HDK, DBP û ÎHD’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişandin li ser polîtîkayên tekperest ên dewleta Tirk ku gef in li ser zimanan. -
Dag: Zimanê dayikê divê berî her tiştî be
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag destnîşan kir ku zimanê dayikê divê ji bo her mirovekî Kurd berî her tiştî be û got, "Xwedîderketina li zimanê xwe, pûçkirina polîtîkayên asîmîlasyonê ye." -
KNK'ê û KON-MED'ê Roja Zimanê dayikê pîroz kirin
KNK'ê û KON-MED'ê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û destnîşa kirin ku azadiya welat bi azadiya çand û ziman ve girêdayî ye, lewma divê ew bi vê hişmendiyê tevbigerin. -
'Li her derê bi Kurdî biaxivin, zarokên xwe hînî Kurdî bikin'
Mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz anî ziman ku ji avabûna komarê ve heta niha polîtîkaya înkar û pişaftinê ya li ser zimanê Kurdî qet kêm nebûye û got: "Li dijî van polîtîkayan divê Kurd li her derê bi zimanê xwe biaxivin û zarokên xwe hînî Kurdî bikin." -
Enstîtuya Kurdî roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz kir
Komîteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Elmanyayê bi daxuyaniyekê 21’ê Sibatê roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz kir. -
Li ser medya dîjîtal kampanya xwedîderketina li Kirmanckî dest pê dike
Di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bi hastaga "#ZoneMuwaXoQeseyke" kampanya dest pê dike. Ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê hate kirin. -
Şaredariya Osloyê daxwaza Tirkan a li dijî pêşangeha li ser Rojava qebûl nekir
Dewleta Tirk dixwest li Osloyê pêşangeha bi navê ‘Rojava: Şoreşa Jinan’ a hunermenda Kurd Gelawêj Welidxanî rake. Meclîsa Şaredariyê ev daxwaz bi dengekî zêde red kir. -
Hozan Seyîdxan ji bo Qendîlê strand
Hozan Seyîdxan ji bo Qendîlê strand û got,''Ji bo ku ala azadiyê tim li ba bibe divê em weke çavê xwe li Qendîlê binerin.'' -
Endamên Nav-Berlînê bi dirûşma ‘Êdî dema azadiyê ye’ stranek çêkirin
Li bajarê Berlînê hunermendên ku ji çar parçeyên Kurdistanê sirgûn bûyîn, di salvegera komploya navneteweyî de bi dirûşma “Êdî dema azadiyê ye” strana “Partiya Karkerên Kurdistan” strandin. -
Aba: Kurdî paşeroja me ye
Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurd Vahît Aba li ser girîngiya axaftina bi Kurdî ya li qada cemaweriyê axivî û got, "Paşeroja me bi dewamiya zimanê Kurd ve girêdayî ye." -
Dengbêj û stranbêja siberojê: Herêm Nêrgiz
Herêm Nêrgiz ji malbatek muzîkhez e û hîna di temenê biçûk de eleqeya wê ya ji bo dengbêjiyê destpê dike. Îro kilaman dibêje, distêre û perwerdehiya dengbêjî û tembûrê dibîne. -
Yekemîn kovara zarokan a xêzeromanê ya bi Kurdî GOG derket
Yekemîn kovara zarokan a xêzeromanê ya bi Kurdî GOG dest bi weşanê kir. -
'Klamên Kurdî berê min da Kurdistanê'
Lucio Visinoni ku xwe hînî stranên Kurdî kiriye û li kolanan distirê, dibêje "Ez gelekî ji stranên Kurdî û dengbêjan hez dikim. Dema ku guh didim dengbêjan, wan di dilê xwe de hîs dikim." -
Eyaz Zaxoyî li Zanîngeha Rojava hate bibîranîn
Yek ji hunermendê Kurd ê nemir Eyaz Yûsiv Zaxoyî li Zanîngeha Rojava hate bibîranîn. -
KNK: Em ji ber wefata dengbêj Cemalê Mihê gelekî xemgîn in
Komîsyona Çand, Huner û Perwerdehiyê ya KNK’ê diyar kir Cemalê Mihê yek ji dengbêjê xurt ê herêma Botanê û Kurdistanê bû û sersaxî ji gelê Kurd re xwest.