Nivîskar û ronakbîr Keremê Seyad rehmet kir
Nivîskar û ronakbîrê Kurd Keremê Seyad li Ermenistanê rehmet kir.
Nivîskar û ronakbîrê Kurd Keremê Seyad li Ermenistanê rehmet kir.
Keremê Seyad di 82 saliya xwe de rehmet kir û wê roja Sêşemê li gundê Hakko ya Talînê were veşartin.
Keremê Seyad di sala 1938’an de li gundê Hakko yê Talînê ji dayîk bûbû û li Êrîvanê zanîngeh xwendibû. Keremê Seyad di sala 1960’an de di Radyoya Kurdî ya Êrîvanê de dest bi xebatê kir û piştre jî bû dîrektorê radyoyê.
Seyad heta sala 2017’an li Radyoya Kurdî ya Êrîvanê xebitî û pê re jî di rojnameya Riya Teze de dixebitî.