'Li dijî asîmîlasyon û qirkirinê em ê xwedî li çanda Kurd derkevin'

Hunermendên TEV-ÇAND'ê li ser Konferansa 7'emîn a TEV-ÇAND'ê axivîn û diyar kirin ku li dijî asîmîlasyon û qirkirinê wê xwedî li çanda Kurd derkevin.

Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) di navbera 21-28'ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 93 delegeyan konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist. Hunermendên TEV-ÇAND'ê li ser konferansê axivîn û gotin, gelekî girîng e ku konferansl di dema pêngava 'Dem dema azadiyê' ye pêk hat.

Ji hunermendên TEV-ÇAND'ê Kurdê Tavya diyar kir ku konferans bi coş û kelecaneke mezin hate lidarxistin û destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê wê ne tenê ji aliyê hunerî ve her wiha ji her alî ve têbikoşin.

Hunermend Gorsê Mereto jî bi bîr xist ku êrişa dagirkeriyê li ser çar parçeyên Kurdistanê heye û ragihand, hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê civakî ve li dijî van êrişan têkoşîneke mezin tê dayin. Mereto diyar kir, di demekê de ku ewqas êrişên giran tên kirin, pêkhatina konferansa TEV-ÇAND'ê bi rengekî serketî gelekî girîng e û bi bîr xist ku hunermendên di bin sîwana TEV-ÇAND'ê de dixebitin gelek berhemên çandî afirandine.

Ji hunermendên TEV-ÇAND'ê Ekîn Ronî jî diyar kir ku di konferansê de nîqaşên berfireh hatin kirin û destnîşan kir ku şerê li Rojhilata Navîn dewam dike ne tenê fîzîkî ye, di heman demê de îdeolojîk e. Ekîn Ronî ragihand ku di sîstema kapîtalîst de huner ji bo berjewendiyan tê bikaranîn û got, "Hêzên serdest ji bo civakê asîmîle bikin, hunerê bi rengekî nebaş bi kar tînin. Mînak, dema ku mirov bala xwe didin ser çanda Kurd, dibînin ku berhemên muzîkê yên Kurdî bi gotinên pûç ên Tirkî jinûve pêşkêşî civakê tê kirin. Em jî li dijî êrişên li ser çanda Kurd têdikoşin. Bi navê gelê Kurd li dijî asîmîlasyon û êrişên qirkirinê divê em xwedî li ziman û çanda xwe derkevin."

'TI HÊZ JI HUNERÊ XURTIR NÎNE'

Hunermenda TEV-ÇAND'ê Zozan Qamişlo bi bîr xist ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û çanda Kurd bi her awayî êrişên giran dike û got, "Gelê Kurd bi salan xwedî li çanda xwe derket û xwe gihand vê serdemê. Bi navê TEV-ÇAND'ê divê em jî di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de vê çandê bigihînin her kesî."

Ji TEV-ÇAND'ê Xwezan Harûn jî anî ziman ku li ser bersiva xurt a li şerê li Kurdistanê wan nîqaş kirine û biryarên xurt wergirtine.

Hunermendê TEV-ÇAND'ê Delîl Dilpêt jî destnîşan kir ku konferansa TEV-ÇAND'ê bi rengekî serketî pêk hatiye û li ser konferansê got, "Dewleta Tirk her roj di medya xwe de gefan dixwe, dibêje 'Me PKK qedand, nizanim çend kes man'. Di demekê de ku ewqas êrişên giran tên kirin, me konferansa xwe ya TEV-ÇAND'ê bi rengekî serketî pêk anîn û bersiveke bedew dan derewên dewleta Tirk.Dijmin 100 sal in li dijî gelê me polîtîtîkaya qirkirina çandî dimeşîne. Lê belê ti hêz ji hunerê xurtir nîne."