Li Mexmûrê Mihrîcana 4’ê Nîsanê destpê kir

Li Mexmûrê 13. Mihrîcana 4’ê Nîsanê îro bi vekirina pêşengeha wêne û karên dest hate destpê kirin.

Ji sala 2008’an û şûn de hemû salê bi munasebeta 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) mihrîcan tê lidarxistin.

Mihrîcana îsal ku dibe ya 13’mîn weke her carê bi pêşengtiya Komîteya Perwerde ya Mexmûrê hatî amadekirin. Mihrîcan ku ev demeke starta wê hatî dayîn îro bi vekirina pêşengehek ya berhemên hunerî ve destpêkir. Pêşengeh li salona Konferansê ya Mexmûrê hatî vekirin.

Ji serê sibehê ve piştî ku merasîma vekirina wê çêbû, şêniyên wargehê ref bi ref bera xwe dan cihê pêşengehê da ku li berhemên hunerî yên hatinî çêkirin temaşe bikin. Hêjayê gotinê ye ku welatiyên wargehê eleqeyek pir mezin nîşanî wê yekê didin.

Di pêşengehê de hejmarek zêde tablo, wêne û karên destî ku ji aliyê xwendevanan hatine amadekirin, tên nîşandan.

Di derbarê armanca pêşengehê de yek ji amadekarên pêşengehê Bêwar Îzer ku di heman demê de endamê Atolya Şehîd Delîla ye û bi xwe wêne xêz dike, ji ANF’ê re axivî û got, “Armanca me ji vekirina vê pêşengê eve ku em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo rabe û em bi awayekî fîzîkî Rêber Apo di nava xwe de bibînîn û bi rengekî azad bi Rêber Apo re jiyan bikîn.”

Îzer di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku hemû salê ew mihrîcan tê lidarxistin û pêşengeh jî beşek ji wê mihrîcanê ye. Her wiha Îzer destnîşan kir ku pêşengeh ji aliyê Komîteya Perwedeyê ve tê organîzekirin û saziyên din ên wargehê jî ku bixwazin dikarin berhemên xwe di wê pêşengehê de raxînin berçavan.

Endamek din a Atolya Şehîd Delîla Medîne Tok jî bal kişande ser amadekariyên di wê pêşengehê de hatinî kirin û ragihand, “Ji bo pêşengeha 4’ê Nîsanê em bi amadekirina gelek tablo û pankartan tevlî pêşengehê bûne.”

Tok diyar kir ku wan di tabloyên amadekirinî de herî zêde girîngî dane îfadekirina wateya roja 4’ê Nîsanê û her wiha reng, ked û xebata jinan.

Tok herî dawî behsa pêşwazîkirina gel kir û da zanîn ku gelê wargehê pir baş ew pêşengeh pêşwazîkirine û bi girseyî tevlî dibin. her wiha pêşengehê pir bala gel kişandiye.

Bernameye 3 rojan a mihrîcana 4’ê Nîsanê wê sibe bi beş werzişî ve dim bike.