Pirtûkên Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz li fûara Quîtê ne

Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz a 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibû qetilkiirin di fûara paytexta Ekvator Quîto hate nîşandan. Ji ber bi rasthatina Newrozê li fûarê Newroz jî pîroz kirin.

Li paytexta Ekvator Quîto ya ku her sal weke çandekê lê hatiye fûara pirtûkan lidar dixe, îsal pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) gihande xwêneran.

Fûra 3 rojan ku her salê bi tevlîbûna 10 weşanxaneyan tê lidarxistin, îsal ji ber barîna baranên biharê li navenda çan dê ya El Utero hate organîzekirin.

Fûara ku wê nivîskar jî tevlî bibûna û nêrînên xwe parve bikira, ji ber şewba koronayê semîner û panel nehatin lidarxistin.

3 SAL IN PIRTÛKÊN RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN TÊN NÎŞANDAN

Îsal pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz jî gihişte xwênerên xwe.

Navenda çandê ya ku fûar lê hate kirin, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî tê kirin, afîş hate hildan.

Ji ber rasthatina Newrozê jî li qada çandê ya Quîtoyê agir hate dadan û govend hate gerandin. Newroz hate pîrozkirin.