TEV-ÇAND: Rêber Apo roniya hêvî û paşeroja me ya azad e

TEV-ÇAND'ê bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, TEV-ÇAND "Heta ku ji Rêbertiyê agahiyeke ewle negire wê li her kuçe û qadan de, li her derên jiyanê de wê çalak be û ji vê têkoşînê re pêşengtiyê bike."

TEV-ÇAND'ê bi daxuyaniyeke niviskî bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, agahiyên derbarê ewlehiya jiyanî û tendiristî ya li ser ku di medyaya dijîtal û hin organên medyaya Tirk de belav bûbûn û got, ''Bila tu desthilatdarî bi êrîşên li ser Rêbertiya me vê tevgera fedayî ku bi Rêber Apo nefes digire û dide neceribîne.''

TEV-ÇAND'ê her wiha got: ''Tevgera me ya Çand û Hunerê bi vê perspektîfê heta ku ji Rêbertiyê agahiyeke ewle negire wê li her kuçe û qadan de, li her derên jiyanê de wê çalak be û ji vê têkoşînê re pêşengtiyê bike. Hunermend di civakê de mirovên herî hestewar û xwedî wijdan in.''

Bi giştî daxuyaniya TEV-ÇAND'ê wiha ye:

''Rêber APO ne tenê ji bo gelê Kurd, di serî de li Rojhilatanavîn, ji bo hemû gelan Rêberê azadiyê ye. Rêber APO ji bo gelan hêviya azadiyê û temînata jiyana demokratîk û hevpar e. Gefên ku li ser jiyana Rêber Apo têne xwarin, tê wateya êrîşa li hember paşeroja azad ya gelan. Dewleta Tirk a dagirker û desthilatdariya wî a qirqer û faşîst a AKP û MHP bila bizanin her êrîşa ku li hember Rêbertiya me were kirin wê berdêlê wê giran be û wê bê bersiv jî nemîne. Êrîşên li ser Rêbertî ji bo pêşiya têkçûn û tunebûna xwe bigrin tînin. Lê bila bizanin ku ne tenê desthilatariya xwe wê her tiştên xwe jî hunda bikin, wê bin bikevin û di bin de bimînin. Bila tu desthilatdarî bi êrîşên li ser Rêbertiya me vê tevgera fedayî ku bi Rêber Apo nefes digire û dide neceribîne.

Felsefeya jiyana azad û paradigmaya civaka demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye danîn her diçe ji aliyên hemî gelan ve tê pejirandin. Kesên ku di zihniyet û pergala yekperest û nîjadperestîyê de israr dikin û xwe naguherînîn; têkoşîn û berxwedaniya me wê bibe tirs û xofa dilê wan. Tevgera me ya azadiyê ku Partiya me PKK jê re pêşengtiyê dike, ne tenê gelê Kurd, wê ji hemû gelan re azadiyê bîne. Wê ala konfederalîzma demokratîk û netewa demokratîk lî Kurdistan, Anatolya û li tevahiya Rojhilatanavîn bilind bibe. Netew dewlata Tirk bi hemî zîhnîyeta xwe ya qirker û nîjadperest wê biçe zibaleya dîrokê, ji bo vê zihniyeta gemar ji zibaleyê wêdetir cihek nîne.

Gerîllayên me yên qehreman li Heftanîn derbên giran li dijmin xistin, li Garê dijmin şikandin û pergala wan belav kirin. Serkanîya ku bi gerîlayan dest pê kir; li hemberî komploya navnetewî di 15’ê Sibatê de herîkîneke mezîn çêkir, di 8’ê Aderê û Newrozê de bû lehiyek. Lehiya ku bi mîlyonan mirov pê re herikîn hişt ku gelên Rojhîlatanavîn li derdora Rêber Apo bibin xelaka berxwedanê. Dost û dîjmînê Kurdan xweş dîtin ku dema mijar Rêber Apo be, kes nikare pêşiya vê lehiyê bigire. Em weke Tevgera Çand û Hunerê di nav vê berxwedanê de ne, pêşeng in û li derdora Rêber Apo xelek in. Heta ku Rêber Apo fîzîkî azad nebe; di her qadê de emê çalak bin, bi hunera xwe vê têkoşînê gur bikin. Rêber Apo ji bo me nebe nabê ye. Ji ber vê, heta Rêbertiya me ne gihijê şert û mercên xebat û jiyaneke azad ji bo me sekin nîne. Em ê bi vê perspektîfê tevbigerin.

Tevgera me ya Çand û Hunerê bi vê perspektîfê heta ku ji Rêbertiyê agahiyeke ewle negire wê li her kuçe û qadan de, li her derên jiyanê de wê çalak be û ji vê têkoşînê re pêşengtiyê bike. Hunermend di civakê de mirovên herî hestewar û xwedî wijdan in. Rêbertî ji bo gel û jiyana azad tê çi wateyê, hunermend û rewşenbîr baş dizanin. Ê dî ne tenê ku em ji Rêbertî agahî bigirin. Divê em şert û mercên ku Rêbertî tê de rehîn hatiya girtin, pergala îşkencê ya Îmraliyê belav bikin, ji holê rakin. Di çarçoveya hamleya “Dem Dema Azadiyê ye” ku tevgera me daye destpêkirin de wext hatiye ku em Rêbertiya xwe azad bikin.

Çand, Huner û wêje di vê berxwedanê de pêşeng e û wê bibe rih û hestên vê têkoşînê. Wê bibe deng û reng û qêrîna vê pêngavê. Ger ku armanca hunerê xweşîkbûna jiyan û civakê be, ê ku ev herî baş kiriye Rêber Apo ye. Di sêrî de ji bo gele Kurd, ji bo hemû civakê rih û îradeyeke azadiyê ku nayê şikandin avakiriye. Ji bo azadiyê çanda berxwedaniyê avakiriye. Di sêrî de ji bo jin û ciwanan, bi pivanên etîk û estetîk civak xweşîk kiriye. Hêjaye gotinê ye ku mirov dikarê bibêje hunermendê herî mezîn Rêber Apo ye. Ji ber vê, ê ku herî zêde li vê têkoşînê xwedî derkevin û pêşengtiyê bikin bêgoman wê hunermend û rewşenbîr bin.

Li Kurdistanê û li derveyî welat hemû hunermend û xebatkarên çand û hunerê wê bi vê têgihiştin û berpirsiyartiyê tevbigerin. Li xwedî derketîna Rêbertiya me, hem di qada huner de û hem jî di berxwedan û têkoşîna giştî de di asta herî jor de wê xwedî helwest û bîryar bin. Bi berxwdan û têkoşîna gelê me têkçûyina dijmin teqez e. Her wiha bi Rêbertî re di welatê azad de weke helbest û stranekê bi hev re jiyîn jî nêz e.''