'Werin em bi muzîkê şa bibin û zimanê xwe hîn bibin'

Di bin sîwana Akademiya MA Muzîk û Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi rêya onlînê perwerdeya zimanê Kurdî û Muzîkê tê dayîn. Li seranserî Kurdistan, Tirkiyeyê û Ewropayê zarok tevlî perwerdehiyê dibin. Zarok hem zimanê Kurdî hîn dibin hem jî Muzîka Kurdî.

Akademiya MA Muzîkê ku di sala 2017'an de li Amedê bi dirûşma "Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk" dest bi kar kir, bi projeyên nû yên der barê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya MA'yê, Orkestraya Zarokan a MA'yê, Orkestraya Jinan a MA'yê û Orkestraya MA'yê ji bo muzîka kevneşop a Kurdî mora xwe li bin xebatên serketî xist, niha jî li ser onlînê bi Komeleya Berî Her Tiştî Zarok re dest bi perwerdehiya zimanê Kurdî kirin.

Di bin sîwana Akademiya MA Muzîk û Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi rêya onlînê perwerdehiya zimanê Kurdî û Muzîkê tê dayîn. Li seranserî Kurdistan, Tirkiyeyê û Ewropayê zarok tevlî perwerdehiyê dibin.  Zarok hem zimanê Kurdî hîn dibin hem jî Muzîka Kurdî.

‘JI BO HEBÛNA CIVAKÊ DIVÊ ZIMAN BÊ PARASTIN’

Koordînatorê Akademiya MA Muzîkê Şêrko Kanîwar, der barê xebatê de axivî. Kanîwar anî ziman ku hebûna çandê bi ziman ve girêdayi ye û got: "Civakîbûn û çand bi ziman heye. Ziman hebûn e. Hebûn bê ziman nabe. Ji bo hebûna civak û mirov divê ziman bên parastin û jiyîn. Li Bakurê Kurdistan û welatên Cîhanê perwerdehiya zimanê Kurdî tineye, her çiqas li hinek welatan weke dersên bijartî hebe jî lê mixabin perwerdehiya bi zimanê Kurdî tineye. 

Gelo em dikarin bibêjin welatê Fîlandiya di aliyê perwerdehiyê de welatê herî pêşketiye, li ti dera Cîhanê pêş dibistan, dibistana sertahî, navîn, amadeyî û zanîngeh bi zimanê Kurdî tineye. Dema ku em qala Bakurê Kurdisan û Tirkiyeyê dikin, em qala qedexeya li ser ziman dikin. Bi salane li Bakur ji bo ziman têkoşîn û berxwedan tê dayîn. Ji aliyên saziyên Kurdan ve qûrsên hîn bûnê tên vekirin û perwerdehî tê dayîn. Mixabin bi salane ziman tê qedexe kirin û bi dersên bijartî jî ev pirsgirêk nayê çareserkirin.” 

‘HEM ZIMAN HEM JÎ STRANEK KURDÎ HÎN DIKIN’

Kanîwar destnîşan kir ku berî şewbê wan bi 4 malbatên li Hollandayê dijîn bi rêya onlînê dest bi pewerdehiya ziman kir û wiha dom kir: “Perwerdehiya ziman mixabin gelek caran teknîkî dimîne û mirov di nava gramerê de difetise. Kijan serdem dibe bila bibe, zarok bêhtir bi rêbazên çalak zûtir hînî tiştan dibe, ziman jî yek ji wan e. Weke MA Muzîk têkiliya me bi kargehên muzîkê ên welatên Ewropayê re hene. Berî şewbê li Hollandayê em bûn mêhvanê malbatek Kurd û li ser perwerdehiya ziman me nîqaş dikir. Malbata Kurd dixwest zarokên xwe hînî Kurdî bikin û zarokên wan pewerdehiyê bi zimanê Kurdî bibini. Bi 4 malbatan re me dest pê kir û niha bi dehan xwendekarên me hene. Divê em tekonojiyê baş bikarbînin û li ser teknolojiyê mirov dikare xwe bigihîne hev. 

Niha biranşa min muzîk e, lê li Konservatuara Aram Tigran jî dîsan me perwerdehiya ziman dida zarokan. Bi rêbazek alternatîf û şirîn ji bo mirov bala zarokan bikêşîne li ser ziman bi Muzîkê em perwerdehiyê didin. Hem ziman hem jî stranek Kurdî em hîn dikin.” 

‘EV DEM JI BO KURDAN ZEMÎNEKE’

Kanîwar bilêv kir ku bi şewbê re ji bo hînbûna zimanê Kurdî, ji bo Kurdan zimînek ava bû û ev tişt got: “Kurd dikarin perwerdehiya hemû dersan divê demê de bibînin. Divê Kurd li benda ti qanûna nemîne ku hinek kes wan hînî zimanê wan bike. Her kes dikare li mala xwe rûne û pewerdehiya ziman bibine. Tenê mirov lînkekê bitikîne dikare di aliyê ziman de her tişê hîn bibe. Me jî xwest em ji tekonolojiyê sûd wegrin û me bi rêya onlînê dest bi perwerdehiya ziman û muzîkê kir. Niha 300 kes dikarin tevlî pewerdehiya me daye destpêkirin de bibin. Bi demê re eger ku me dît eleqe zêdeye em ê tevlîbûna lînkê bikin hezar kes. Ji xwe li Amedê MED-DER û li Stenbolê jî Enstûtiya Zimanê Kurdî qûrsan vedike. Me ji divê çarçoveyê de xwest em gavekê biavêjin hem perewerdehiya ziman hem jî perwerdehiya muzîkê bidin. Em bi rêya biranşa xwe hewldidin perwerdehiya ziman bidin. Divir de temen negirînge kesê bixwaze dikare tevlî pewerdehiyê bibe.”  

‘WERIN EM BI MUZÎKÊ KEYF BIKIN Û ZIMANÊ XWE HÎN BIBIN’

Kanîwar anî ziman ku ji Ewropa û bajarên Tirkiyeyê zarok tevlî pewerdehiyê dibin û wiha got: “Destpêk bi çar zarokan re û pişre 50 zarok û niha jî her ku diçe hejmar zêde dibe. Ji welatên Ewropa Ingîlîstan, Belçîqa, Fransa, Almanya, Siwêd û Îsfeç. Ji Tirkiyeyê jî Stenbol, Îzmîr, Enqere û Mêrsînê zarok tevlî perwerdehiyê dibin. Ev ji bo me kelecan û tiştek pir xweş e. Di dema perwerdehiyê de zarok li ser ekranê dixuyîn lê kelecana malbatan jî xwe dide der. 

Dersa me ya destpêkê bi tipên zimanê Kurdî me destpêkir. Ev ders jî bi rêya stranê em hînî zarokan dikin. Navê stranê jî ‘elfabeya me’ ye. Her hefte bi mijarekî ku em bikarin ji nav stranekê derxinîn em hildibêjêrin û hînî zarokan dikin. Vê heftiyê jî perwerdehiya me li ser rengan e. Niha tiştên sereke yên jiyana rojane em hînî zarokan dikin. Bi vê yekê hem ziman hîn dibe hem jî rîtma muzîka Kurdî hîn dibin. Werin em bi hevre bi muzîkê keyf bikin û hînî zimanê xwe bibin.”